Balafirên şer û bê mirov ên dewleta Tirk li asîmanê Eyn Îsa û Girê Spî digerin

Balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê navçeya Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî digerin.

Balafirên şer û bê mirov ên dewleta Tirk li asîmanê Eyn Îsa û Girê Spî digerin
21 îlon, 2023   08:49

Nûçegihanên me ragihandin ku balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê navçeya Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî digerin.

Piştî rojekê ji topbarankirina gundê Ebû Nîtona yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran ku di encamê de welatiyê bi navê Macid Îbrahîm bi giranî birîndar bû û lingek wî qut bû, tevgera balafiran dest pê kir.

(şx)