160 kesên din li Girê Spî hatin bicihkirin

Di nav de 16 iraqî, 160 kesên din li  kantona Girê Spî ya dagirkirî hatin bicihkirin.

160 kesên din li Girê Spî hatin bicihkirin
17 îlon, 2023   20:26

Çavkaniyên xwecih dane zanîn ku dewleta Tirk a dagirker, di nav de 16 iraqî, bi giştî 160 penaberên din li deriyê sînor ê Girê Spî radestî çeteyên "polîsên leşkerî" kirin da ku wan li malên koçberan werin bicihkirin.

Bi vê yekê, hejmara kesên ku di vê mehê de li Girê Spî hatine bicihkirin bû hezar û 520 kes. Hejmara iraqiyên ku di 3 mehên dawîn de derbasî Girê Spî hatin kirin bû 41 kes.

Ji dema dagirkirina Girê Spî ve di 2019′an de, bi dehan malbatên çeteyên ji kampa Eyn Îsayê reviyan, li Girê Spî li malên şêniyên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, hatin bichikirin.

 Ji destpêka Nîsana îsal ve heta niha 26 hezar û 500 kes ber bi Girê Spî ve hatin derxistin.

(bb)

ANHA