​​​​​​​Li Tebqayê panela  jin û çand

Nivîsgeha Jinan a Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê û Nivîsgeha Perwerdeya Rêveberî panelek bi navê "Jin û çand" li dar xist.

​​​​​​​Li Tebqayê panela  jin û çand
​​​​​​​Li Tebqayê panela  jin û çand
​​​​​​​Li Tebqayê panela  jin û çand
​​​​​​​Li Tebqayê panela  jin û çand
​​​​​​​Li Tebqayê panela  jin û çand
​​​​​​​Li Tebqayê panela  jin û çand
​​​​​​​Li Tebqayê panela  jin û çand
17 îlon, 2023   20:10

Di panelê de nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk beşdar bûn.

Di panelê de têgeha çand, çanda jinan, cûreyên çandê, çand û exlaq û girîngiya çandê li gorî ramanê Rêber Abdullah Ocalan hatin şîrovekirin. Her wiha sînevîzyonek li ser mijara çanda jinan hat pêşandan.

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Nûrelhuda El Qetran panel bi rêve bir.

Nûrelhuda El Qetran got, çand yek ji hêmanên girîng ên nasnameya civakan e û berhema afirîneriya zanistî û fikrî yên gelan e. Her wiha got: " Çand ji gelek beşan wek beşa manewî û madî pêk tê. Di jiyana me ya rojane de peyva çandê tê wateya huner, wêje û muzîkê."

 

Rêveber Ruqeye El Elî jî axivî û der barê rola jinan di çandê de got: "Jin xwedî roleke girîng di çandê û pêşxistina çanda civakan de ne. Di dîrokê de jin bi xurtî beşdarî tevahî çalakiyên çandî dibûn û rola wan bi bandor û balkêş bûn.′′

Rêvebera Nivîsgeha Amadekirin û Perwerdekirinê Semer Şihabî wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan girîngî da rola exlaqê di avakirina civakan de ku jîngeha saxlem û serkeftî li ser bingeheke exlaqî ya xurt dest pê kir û sedema avabûna desthilatî û dewletê dûrketina ji exlaqê ye, ji ber wê jî ew hewl didin exlaqê hilweşînin."

Semer Şihabî destnîşan kir ku pêwîstiya gelê herêmê bi çanda exlaqî ya li ser bingehê zanist, wêje û nirxên exlaqî heye û anî ziman ku çand û exlaq rêbazeke civakî ne ku civakan pêş dixin.

(mh)

ANHA