Ciwanên Dêrazorê li hember êrişên dewleta Tirk desteka gerîla kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêrazorê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek bi dirûşma “Li hember xiyaneta Barzanî serî hildin û cenga azadiyê ser bixin” li dar xist. Ciwanan heta pêkanîna serkeftinê teqezî bi piştgiriya berxwedana gerîla kir.

Ciwanên Dêrazorê li hember êrişên dewleta Tirk desteka gerîla kirin
17 îlon, 2023   19:55

Xwepêşandan li herêma 7 Kîlo ya rojavayê Dêrazorê dest pê kir. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêr ta avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma 7 Kîlo meşiyan.

Li wir, endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Dêrazorê Malik daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst û dagirker yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla, me xwepêşandana xwe bi pêşengiya ciwan û jinan li dar xist. Em armanc dikin ku dagirkeriyê û hewldanên wê yên faşîst ji bo kontrolkirina herêmên me û Başûrê Kurdistanê têk bibin. Tu dewlet nikare van beşan dagir bike.

Em gelekî, em dê biratiya gelan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heta rizgarkirina Kurdistanê û herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê li ber xwe bidin û tê bikoşin.”

ANHA