Pêşniyara Îranê ya vekişîna Tirkiyeyê ji Sûriyeyê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan diyar kir ku Îranê ji bo vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê planeke xebatê ji Sûriye û Tirkiyeyê re pêşkêş kir.

Pêşniyara Îranê ya vekişîna Tirkiyeyê ji Sûriyeyê
17 îlon, 2023   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji ajansa nûçeyan a Îranê re li ser civîna dawîn a wezîrên karên derve yên Îran, Sûriye, Rûsya û Tirkiyeyê li Moskovê axivî û got Îranê fikra ku Tirkiye û Sûriye bi hev re li hev dikin ku hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê vekişin pêşkêş kiriye, lê ev hevkêşî du aliyên xwe hene.

Ebdulehyan behsa pirsgirêka sînorê hevbeş û ewlehiya wê ya di navbera dewleta Tirk û Sûriyeyê de kir û anî ziman ku desthilatên Sûriyeyê aliyê Îranê agahdar kir ku li gel wê derkeft û amadekariyên guncaw hene ku ewlehiya sînorê hevbeş bi dewleta Tirk re ji hundirê xaka Sûriyeyê ve biparêze.

Ebdulehyan got, "Me pêşniyar kir ku destpêkê aliyê Tirkiyeyê panbendî vekişîna hêzên xwe yên leşkerî ji xaka Sûriyeyê be û ya duyemîn jî divê Sûriyeyê hêzên xwe li ser sînor belav bike ku xaka Tirkiyeyê rastî gefan neyên."

Ebdulehyan diyar kir ku dê Îran û Rûsyayê di vê lihevkirinê de garantor bin.