Li Girê Spî pêdiviyên dibistanê li zarokên şehîdan hatin belavkirin

Meclisa Jinan a PYD′ê li kantona Girê Spî çente û pêdiviyên dibistanê li zarokên şehîdan belav kirin.

Li Girê Spî pêdiviyên dibistanê li zarokên şehîdan hatin belavkirin
17 îlon, 2023   10:57
EYN ÎSA

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantona Girê Spî çente û pêdiviyên dibistanê li zarokên şehîdan belav kirin. Ew pêdivî li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê bi beşdariya endamên meclisê û malbatên şehîdan hatin belavkirin.

Beriya belavkirin, endama rêveber a meclisê Fedîle Mihemed axivî û wiha got: "Em îro ji bo fedakariya şehîdan zarokên wan xelat dikin. Ji ber ku wan di oxira welat û têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker de canê xwe da."

Fedîle wiha domand: "Xelatkirina zarokên şehîdan, li hember fedakariyên wan û malbatên wan tiştekî pir hindik e. "

Dûre çent û pêdiviyên dibistanê li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

(fr)

ANHA