Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin

Beşdarên merasîma oxirkirina şervana YPJ′ê Canda Cûdî got divê têkoşînê ji bo têkbirina planên dijmin were bilindkirin.

Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin
Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin
Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin
Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin
Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin
Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin
Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin
Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin
Şervana YPJ′ê Canda Cûdî hate oxirkirin
17 îlon, 2023   10:44
KOBANÊ

Xelkê herêma Firatê cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Canda Cûdî ku tevî 2 hevrêyên xwe bi balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li Minbicê şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir kir.

Di merasîmê de xelkê herêma Firatê, partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di merasîmê de hevseroka Rêveberiya Giştî ya Darayî ya Herêma Firatê Feryaz Berkel axivî û wiha got: "Ev ne cara yekemîn e ku em li vir şehîdên xwe oxir dikin, dewleta Tirk a dgirker hewl dide xaka me dagir bike û gelê ku projeyên wê red dike qir dike. Ji lew re xelkê vê herêmê yan jiyana birûmet an jî berxwedan û şehadet hilbijartin."

Feryaz wiha domand: "Kobanê bajarê berxwedanê ye û zulma Baasê red kir. Ji Kobanê çirûska Şoreşa 19′ê Tîrmehê dest pê kir. Ji lew re bi hemû rê û rêbazan dagirker hewl dide vî gelî têk bibe. Berpirsên Tirkan di dema êrişên çeteyên DAIŞ′ê de şert danîn ku ew bajar wê hilweşe, lê şêniyên wê çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û Kobanê bi ser ket."

Feryaz bang li gelê herêmê kir ku têkoşînê bilind bikin ku serkeftin para we be û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dê projeya me ya demokratîk bibe bingeha çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn."

Hevserokê Meclisa Kobanê ya Leşkerî Mihemed Oso li ser têkoşîna şehîd Canda Cûdî axivî û got wê hêvî dikir ku di welatekî azad de ku tê de edalet û wekhevî hebe, bijî.

BI HEDEFGIRTINAN, KESÊN ÇETE TÊK BIRINE TOLA XWE HILTÎNIN

Oso wiha domand: "Em îro ji tevahî aliyan ve dorpêçkirî ne û ji tevahî aliyan ve rûbirûyî êrişan in. Divê em ji planên li dijî me haydar bin. Ji çend salan ve hewl didin xaka me dagir bikin. Di vê mehê de beriya çend salan êrişî me kirin, hewl da me qir bikin, lê têk çûn. Ji lew re îro bi hedefgirtinên xwe li dijî kesên çete têk birine tola xwe hiltînin."

Oso wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê bi vîna xwe planên dijmin têk bibin. Divê her kesê/a li ser vê axa pîroz dijî xwedî lê derkeve. Ji bo wê jî divê em li ser şopa şerê gel ê şoreşgerî bimeşin, her wiha li ser şopa şehîdên xwe bin."

Endamê rêveber ê zanîngeha Kobanê Ebdurehman Demir li ser navê malbata şehîd Canda Cûdî axivî û wiha got: "Terora dewleta Tirk êdî ji tevahî cîhanê re aşkera ye û çav li ser digire. Dewleta Tirk hewl dide tola binkeftinên xwe yên salan ji welatiyên herêmê hilîne."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA