​​​​​​​Balafireke bêmirov erebeyek bombebaran kir: 3 şervanên YPJ′ê şehîd bûn

Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker erebeyek YPJ′ê li başûrê Minbicê bombebaran kir, di encamê de 3 şervanên YPJ′ê şehîd bûn.

​​​​​​​Balafireke bêmirov erebeyek bombebaran kir: 3 şervanên YPJ′ê şehîd bûn
15 îlon, 2023   12:28
 MINBIC

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji MInbicê dane, beriya çend kêliyan li ser rêya herêma Hetabat a gundewarên başûrê Minbicê erebeyek hate hedefgirtin, di encamê de teqiya.

Li gorî Meclisa Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker erebeyeke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bombebaran kir, di encamê de 3 şervanên YPJ′ê şehîd bûn.

(fr)

ANHA