Rêveberiya Xweser a Firatê di salvegera êrişa DAIŞ′ê li ser Kobanê de daxuyaniyek da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê got, "Berxwedana Kobanê ji bo gelê herêmê bû vîneke azad, demokrat û serkeftinê, her wiha bû sedema têkbirina dewleta Tirk û fikra wê ya tundraw."

Rêveberiya Xweser a Firatê di salvegera êrişa DAIŞ′ê li ser Kobanê de daxuyaniyek da
15 îlon, 2023   12:59
KOBANÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi boneya derbasbûna 9 salan di ser êrişa terorane ya çeteyên DAIŞ′ê li ser Kobanê de bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. hevserokê Kar û Barên Rêveber a Herêma Firatê Xalid Cerade li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "15′ê Îlonê salvegera 9′an a êrişa hêzên tarî ya terorîst a DAIŞ′ê li ser Kobanê û gundewarên wê ye. Çeteyên DAIŞ′ê bi hezaran çeteyên ku ji tevahî cîhanê kom kirine, xwedî fikra tundraw bi çekên giran ji tank û panzeran êrişî Kobanê kir. Ew yek jî piştî gelek herêmên Sûriyeyê û Iraqê kontrol kirin pêk hat.

Piştî çeteyên DAIŞ′ê êrişî Kobanê kir û gelek gundên kantonê dagir kirin û gihaştin beriya deriyê bajêr û parçeyek mezin ji dagir kirin, hin alî û dewletan mîna dewleta Tirk li ser zimanê serokê wê Erdogan şert ji bo têkçûyîna Kobanê danîn. Lê berxwedana YPJ û YPG′ê bi çekên xwe yên sivik piştî 134 rojan ji berxwedana efsanewî û hevkariya Koalîsyona Navneteweyî çete têk birin. Bi wê têkçûyînê rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ji hêla çeteyan ve bû destpêkek û heta nuqteyên wan ên dawîn ên li Baxozê hatin rizgarkirin.

Ji destpêkirina Şoreşa 19′ê Tîrmehê ve ku çirûska wê ya yekemîn li Kobanê ve, ji dewleta Tirk a dagirker re ku hewl dida vê şoreşê bi hemû rêbazên têk bibe bû girêkek. Lê nikarî têk bibira. Berxwedana Kobanê ji bo gelê herêmê, têkçûna dewleta Tirk û fikra wê ya tundraw bû serkeftinek.

Têkçûyîna çeteyên DAIŞ′ê li kêrê dewleta Tirk nehat. Ji lew re weke planeke altarnatîf gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirin. Di wê yekê de çeteyên Sûriyeyî weke alaveke pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê pêk anîn. Piştî DAIŞ′ê bi bin ket û Tirkiye têk çû, dewleta Tirk serkeftina welatiyên herêmê û rêveberiya wan û firehbûna rêveberiyê û hembêzkirina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehemûl nekir. Ji lew re Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin, dûre hin herêmên Rêveberiya Xweser bi armanca lawazkirina wê dagir kirin. Piştî berxwedaneke lehengane ya şêniyên herêmê kantona Efrînê jî dagir kir û dûre berê xwe da dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin piştgiriyê bidin QSD′ê da ku erkên xwe yên têkbirina şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û hêzên tundraw ku hewl didin tecrûbeya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin, pêk bînin."

(fr)

ANHA