Turnuvaya Kişikê ya 2′yemîn dest pê kir

Li Qamişloyê bi beşdariya 22 lîstikvanan Turnuvaya Kişkikê ya 2′yemîn li ser asta herêma Cizîrê dest pê kir. Çaverê ye turnuva 2 rojan dewam bike.

Turnuvaya Kişikê ya 2′yemîn dest pê kir
Turnuvaya Kişikê ya 2′yemîn dest pê kir
Turnuvaya Kişikê ya 2′yemîn dest pê kir
Turnuvaya Kişikê ya 2′yemîn dest pê kir
Turnuvaya Kişikê ya 2′yemîn dest pê kir
Turnuvaya Kişikê ya 2′yemîn dest pê kir
15 îlon, 2023   11:59
QAMIŞLO

Nivîsgeka Lîstikên Ferdî ya Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê Turnuvaya Kişikê ya vekirî bi beşdariya 22 lîstikvanên ji herêmên Cizîrê li Qamişloyê li dar xist.

Turnuva li gorî pergala Swîsre pêk tê; anku 7 ger in û bi dirêjahiya 2 rojan e. Turnuva li navenda Melcisa Werzîşê ya Qamişloyê li dar dikeve. Dê îro beşdar 4 geran bilîzin û 3 gerên din jî sibe ne û navên her 3 kesên bi ser bikevin werin diyarkirin.

Têkildarî mijarê, endamê komîteya pîşeyî ya lîstîka kişikê ya Nivîsgeha Lîstikên Ferdî Îbrahîm Şakir wiha got: "Ev turnuvaya duyemîn li ser asta herêma Cizîrê ye. Armanca wê pêşxistin û teşwîqkirina lîstikvanan e, da ku ji turnuvayên fermî re amade bin."

Li aliyekî din jî lîstikvana kluba berxwedan a beşdarî turnuvayê bûye Felek Mihemed diyar kir ku ev turnuva li gorî lîstikvanan xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku behreyên wan bi pêş dixin.

Ev turnuva yek ji 5 turnuvayên (2 çalakî-3 fermî) ne ku îsal li Cizîrê hate lidarxistin.

(fr)

ANHA