Aloziya ewlehî li Hesekê mezin dibe, gelo çi rûdan heye?

Li çargoşeya ewlehiyê beriya çend kêliyan pevçûn rû dan. Çavkaniyên ji çargoşeya ewlehiyê ji Hesekê got di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê de li ser paşxaneya kontrolkirina çeteyên Dîfa El Wetenî ji firna otamatîk re û hewldana vegerandina wê û kontrolkirina navendan pevçûn çêbûn.

Aloziya ewlehî li Hesekê mezin dibe, gelo çi rûdan heye?
15 îlon, 2023   11:10
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Hesekê dane, li çargoşeya ewlehiyê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de bi çekên navîn û sivik di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê û hêzên ewlehiyê yên heman aliyê de aloziyeke ewlehiyê çêbû û rewşeke koçberiyê ya sivîlan çêbû.

Li gor çavkaniyan, welatî ji herêma çargoşeya ewlehiyê ber bi taxên Rêveberiya Xweser ve koçber bûn. Piştî aloziya ewlehiyê ya li çargoşeyê ya ji duh ve li ser paşxaneya kontrola firna otomatîk (8′ê Adarê) ya li nêzî mizgefta Farûq ji hêla çeteyên Dîfa El Wetenî ve û hewldana hêzên ewlehiyê ya vegerandina wê û kontrolkirina 2 nuqteyên berpirsê çeteyên Dîfa El Wetenî Ebdulqadir Hemo pevçûn û şer çêbûn. Li wan nuqteyan hebên hişbirê çêdibin û ew nuqte li nêzî parka El Waha ya bajêr in.

Li gorî hin çavkaniyan din jî berpirsê çeteyên Dîfa El Wetenî 400 çekdar ji bo parastina 2 nuqteyan û nuqteyeke din li nêzî rêya tirênê amade kirine.

Her wiha çavkaniyan got duh di nava çeteyên Dîfa El Wetenî de parçebûn çêbû. Leşkerên hikumeta Şamê jî 4 nuqteyên Dîfa El Wetenî û navendeke wan bi navê Hêzên Hecanê kontrol kirin.

(fr)

ANHA