Ji bo pêşxistina perwerdeyê akademiyek hat vekirin

Ji bo pêşxistina asta rêveber û kadroyên perwerdeyê Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vekirin.

Ji bo pêşxistina perwerdeyê akademiyek hat vekirin
11 îlon, 2023   04:35
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pêşxistina asta rêvberên perwerdehiyê û saziyên girêdayî desteyê Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk li bajarê Qamişlo vekir.

LI AKADEMIYÊ 2 KOMÎTE  HENE

Li Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk Komîteya Lêkolînan û Komîteya Wergerê hene.  Komîteya Lêkolînan ji bo nûjenkirina sîstema perwerdeyê û nirxandina rewşa xwendekaran dixebite. Her wiha li ser pergalên perwerdeyê yên cîhanê lêkolînan dike.  Komîteya Wergerê jî  ji pisporên di warên zimanên kurdî, erebî û suryanî de pêk tê. Ev komîte dê pirtûk, rapor û belgenameyên ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê tên xwestin wergerîne.

Endama Rêveberiya Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk Henan Iniz diyar kir ku her komeke mamosteyan wê 3 mehan perwerdeyê li ser mijara rêveberî û karê rêvebertiyê bibin û got: “Endamên ku dê tev li li perwerdeyê dibin dê lêkolînan li ser waneyan ku standine hazir bikin. Lêkolînên wan wê bibe beşek ji nirxandina asta wan."

Di 5`ê Îlonê de koma yekemîn a mamosteyan derbasî akademiya perwerdeyê bû. Kom ji 18 mamosteyên ji Şehba, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Minbicê  pêk tê.

ANHA