Li Duhok û Kerkûkê 3 erdhej çêbûn

​​​​​​​Rêveberiya Erdhej û Meteorolojiyê ya Iraqê ragihand ku li Kerkûk û Duhokê 3 erdhej çêbûne.

Li Duhok û Kerkûkê 3 erdhej çêbûn
11 îlon, 2023   06:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Erdhej û Meteorolojiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehên Kerkûk û Duhokê 3 erdhejên cuda çêbûne.

Rêveberiyê diyar kir ku erdheja destpêkê bi 3.7 pileyan di saet 00:43’yan de li Tuzxurmatuyê hatiye tespîtkirin.

Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li başûrê rojhilatê Duhokê jî di saet 00:44’an de bi pileya 4.6 erdhej rudaye.

Rêveberiya Erdhej û Meteorolojiyê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku li başûrê rojhilatê Duhokê bi pileya 3.1 erdheja sêyem çêbûye.