​​​​​​​Rojnamevan Belan: Hin alî dixwazin xwepêşandanan bikişînin nava tundiyê

Rojnamevan Rewad Belan got: ′′Niyetên xirab hene xwepêşandanên li Siwêdayê ji bo pêkanîna berjewendiyên hin hêzên herêmî û navneteweyî bikişînin nava tundiyê.′′ Belan ji bo xurtkirina xwepêşandanan jî bang kir.

​​​​​​​Rojnamevan Belan: Hin alî dixwazin xwepêşandanan bikişînin nava tundiyê
11 îlon, 2023   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN-MIHEMED EBDO

Xwepêşandanên xelkê parêzgeha Siwêdayê ya ji bo pêkanîna guhertina siyasî li gorî biryara 2254′an a Neteweyên Yekbûyî berdewam dikin.

XWEPÊŞANDAN BERDEWAM IN Û DAXWAZÊN SIYASÎ LI PÊŞ IN

Rojnamevanê Rewad Belan ji Siwêdayê xwepêşandanên li Siwêdayê nirxandin û diyar kir ku li gelek bajar û bajarokên Siwêdayê xwepêşandan berdewam dikin û daxwazên xwepêşandêran jî siyasî ne. Belan diyar kir ku xwepêşandêr banga çareseriya siyasî û hilweşandina rejîma heyî dikin û got xwepêşandan encama bêzariya ji ber tunebûna jiyana siyasî û sivîl li welat e.

Belan wiha domand: “Xala hevbeş a di navbera xwepêşandanên niha û yên sala 2011`an de, tengavbûna gel e ku êdî mirov dikare bi tevgera gel a xwebexş biwesfîne. Xwepêşandêr, banga guhertina rejîmê dikin, di heman demê de banga pêkanîna biryara 2254′an dikin. Li gorî min, her du daxwaz bi hev re nakok in. Li gor biryara 2254′an, divê hikumeteke yekitiya nîştimanî di navbera rejîm û opozîsyonê de bê avakirin. Yanî ev biryar, banga guhertina rejîmê nake.”

TEVAHÎ BEŞÊN GEL TENGAV IN

Der barê tevlêbûna xwepêşandanan de  rojnamevan Belan got: “Li Siwêdayê piştgirî heye, ji ber ku êşa welatiyan yek e ku ji xebatên siyasî, sivîl û jiyana bi rûmet mehrûm in, lew ra xwepêşandan hêrsa welatiyan îfade dike."

 Li gorî Belan, normal e ku di rojên destpêkê yên xwepêşandanan de tevlêbûn cuda bike û got: " Ji ber biryarên şaş ên hikumeta Şamê wekî bihakirina sotemeniyê û ji ber rewşa aborî ya xirab giraveke giştî hebû. Xwepêşandan bêyî welatî re bikin heta îro berdewam dikin."

Rewad Belan îşaret pê kir ku destkeftiyên ku dê dibe bên bidestxistin girêdayî asta tevlêbûna xwepêşandan e. Her wiha piştgiriya şermok a ji herêmên din ên Sûriyeyê rexne kir.

JI BER NIYETÊN XIRAB HIŞYARÎ

Rojnamevan Belan  bi domdarî got: "Hêzên herêmî û navneteweyî aloziyê bi rêve dibin. Heta niha tu nîşaneyên pêşketinan xuya nakin. Mijara îro bi karîna xwepêşandanan a berdewamkirina çalakiyên xwe, li gel fişarên aborî, civakî û siyasî ve girêdayî ye. Mijarên piştperdeyê hene ku hikumeta Sûriyeyê yan jî kesên ku ev çalakî ne li gorî wan e, dixwazin xwepêşandanan bikişînin nava tundiyê.”

Belan hişyarî da ku gelek kesên veşartî hene  hewl didin xwepêşandanan bibin cihê ku ew dixwazin û wiha pê de çû: “Heta niha tu nîşane nîne ku gel guh bide wan aliyan. Lê dema xwepêşandan dirêj bibe, hingî wê xebateke xurttir pêwîst bike da ku çareserî peyda bibin.”

Girêdayî birêxistinkirina xwepêşandanan Belan got: “Derheqê birêxistinkirina xwepêşandanan de jî pirsgirêk heye. Aliyek di wê baweriyê de ku birêxistinkirin dê parçebûn û nakokiyan têkildarî kî li pêş e yan jî kî dê nûnertiya wan bike, çêke. Ev alî di wê baweriyê de ye ku xwepêşandanên nerêxistinkirî têrê dike. Lê bi nêrîna min, heke xwepêşandan neyên birêxistinkirin û bername jê re diyar nebe, dê felc bibe. Lewma  hewldanên takekesane, wê tevgerê ber bi rêyeke girtî ve bibe, weke çawa di sala 2011`an de çêbû. Ev yek jî di rewşa herêmî û navneteweyî ya heyî de pêk nayê. ′′

Der barê gavên ku divê organîzatorên xwepêşandanan bavêjin de jî Rewad Belan got: “Tê xwestin divê aliyek siyasî û sivîl were avakirin. Divê ev alî sedemên qeyrana civakî ya li Sûriyeyê bi gelemperî û Siwêdayê bi taybet şîrove bike, divê bernameyekê deyne ku karibe guhertinê pêk bîne, ji ber ku valahî wê Sûriyeyê ber bi ezmûna mîna ya Iraq an Lîbyayê ve bibe. Pêwîstiya me bi bernameyên kar û diyalogeke çalak a di navbera aliyan de hene da ku welat ji vê aloziyê derkeve."

Li gorî Belan, rewşa li Sûriyeyê mîna bombeyeke li ber teqînê ye ku ji bo afirandina tevgerên tundî zimîneke guncaw e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Li gorî min, derketina ji vê rewşê bi aktîfkirina jiyana siyasî û medenî, rojevkirina pirsgirêkên civakî li ser maseya diyalogan pêkan e. Di heman demê de ev rewş bi danîna bernameyeke hevbeş a xebatê çareser dibe. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê îradeyeke rasteqîn û akîf ji desthilata hikumeta Şamê tê xwestin, ji ber ku desthilata Şamê alîkiyek aktîf û bingehîn di proseya çareseriyê de ye. Dibe ku li ser vî esasê em ê karibin Sûriye biparêzin û bikin dewleteke xwedî serdestî û biryar ku li ser esasê hemwelatîbûn, edalet û demokrasiyê be ava bikin.′′

PIRSGIRÊK HIŞMENDIYA DESTHILATÊ YE

Têkildarî şeklê pergala rêveberiyê ya pêwîst ji bo Sûriyeyê, rojnamevan Belan got: “Têkiliyeke xurt di navbera aborî û siyasetê de heye. Lê em nikarin bêjin ku pirsgirêka sûriyeyiyan tenê bi rejîma siyasî re ye ku li ser esasê navendîbûnê hatiye avakirin. Pirsgirêk, hişmendiya rêvebirina desthilatê û hegemoniya qebe ya partiya Baas û hêzên ewlehiyê li ser saziyên dewletî û nûnertiya siyasî ye. Pirsgirêk ev e; yek partî hêzên cuda û kar û barên civakê bi rêve dibe. Bi nêrîna min, pirsgirêk ne tenê encama navendîbûnê ye, di heman demê de encama rêvebirina şaş, gendelî, nebûna geşepêdaneke demdirêj e, her wiha tunebûna beşdarbûneke siyasî ya rasteqîn e. Pirsgirêk di hişmendiya desthilatê de ye ku aliyên din qebûl nake. Ev desthilat der barê xebata siyasî, medenî û temsîla siyasî de parçeyek ji ya xwe nayê xwarê. Pirsgirêk ew e ku pergaleke pak a hilbijartinan tune ye. Pirsgirêk xurtkirina pergala malbatî, eşîrtirî, nîjadperastiya neteweyî û taîfî ye. Di heman demê de dewlet pergala bavikslar ji bo xizmeta pergala xwe ya siyasî ya yekalî xurt dike. Her wiha pirsgirêk di sazûmaniya civakî , siyasî û desthilatadarî ya Sûriyeyê de ye. Ji bo çareseriyeke giştî çêbibe pêwîstiya me bi xebateke siyasî û sivîl heye. Bi nêrîna min çareseriyên ferdî bêkêr in. Îro em li tezên sûriyeyî digerin, divê ev tez ne li gorî vebijêrkên hin aliyan an jî komikan bin. Ya girîngitr divê diyalogeke navxweyî hebe, divê destwerdanên derve tune be, ji ber bi destwerdana derve dê Sûriye mafên diyarkirina îrade, xweserî û serdestiya xwe ji dest bidin."

(şx)

ANHA