Li Efrînê 5 salên tije îşkence

Dayika ku li gel zarokên xwe bi îşkenceya çeteyan re rû bi rû maye û keça wê hatiye revandin, piştî 5 salan ji hovitiyê xilas bû, lê agahî ji keça wê nayê girtin.

Li Efrînê 5 salên tije îşkence
11 îlon, 2023   03:17
ŞEHBA/ZEYNEB ŞÊXO

F.O. a 52 salî dayikek ji bajarê Efrînê ye. Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêm dagir kir (2018) xwestiye ku bi malbata xwe re ji bajar derkeve, lê nekarî ye û bi zext û zordariya çeteyan ku tu pîvanên mirovî nas nakin re rû bi rû maye.

Piştî 5 salan F.O. karîbûye bi kurê xwe re ji Efrînê derkeve û xwe bigihîne herêma Şehbayê. F.O û kurê xwe 2 meh beriya niha (Tîrmeh) xwe gihandine Helebê, piştî ku mehekê li wir mane, derbasî Şehbayê bûne. Li wir jî di kampa Serdemê ya koçberên Efrînê de hatine bicîhkirin û pêdiviyên wan tên pêşwazîkirin.

ÇETEYAN KEÇA WÊ REVANDIYE

F.O. serpêhatiya xwe û hovîtiya çeteyan ji ANHA’yê re vegot. Sê keç û 2 kurên F.O. hene. Hevjînê wê demek berê jiyana xwe ji dest daye. Keça wê ya mezin sala 2020’an karîbûye ji Efrînê derkeve û derbasî Helebê bibe. Lê li vir di şewatekê de jiyana xwe ji dest daye. Keça wê ya navîn li Efrînê zewiciye û nekariye derkeve. Keça biçûk jî ji aliyê çeteyan ve sala 2018’an hatiye revandin û ev 5 sal e agahî ji wê nayê girtin. Herdu kurê wê yê din jî xwe gihandiye Şehbayê.

Keça F.O. ya ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin, tenê 2 cara karîbûye bi riya telefonê li gel malbata apê xwe re bi axive. Lê heta niha nekariye bi dayîka xwe re bi axive û agahî ji wê nîn e.

5 SALÊN BI ÎŞKENCE

F.O. destnîşan kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya roja ew derketine zext, zordarî û îşkenceya dewleta Tirk û çeteyên wê ranawestiya ye. F.O. da zanîn ku malbat û mirovên wan jî bi van pêkanînan re rû bir û mane û tiştên bi serê wan hatine wiha anîn ziman: 

“Destpêkê zarokên kurê meta min girtin, piştre keça min a biçûk revandin. Bi lêdan û îşkenceyê re rû bir û man. Keça min ya mezin du caran hate girtin, lê me agahî ji wê nedigirtin. Ez û kurê xwe jî 2 caran hatin revandin, îşkence kirin. Mala me dorpêç kirin û herî dawiyê em wekî malbat girtin û bi hinceta îfade dayînê 8 saetan di zordariya çeteyan de man. Herî dawiyê keça min a biçûk revandin. Li gorî agahiyên ku me girtin, li gel keça min jinek din jî revandibûn. Hemû cure îşkence û hovîdî dijî wê pêk anîne. Di dawiyê jî şehîd xistin. Li hemberî kesên ku nehatine revandin jî, zordarî hebû, kengî keyfa xwe bixwesta gule dibarandin.”

BERAMBERÎ SERBEST BERDANA KEÇA WÊ FIDYE XWESTIN

F.O. û endamên din ên malbatê gelek caran hatine girtin û îşkence kirin, lê keça wê ya biçûk hem bi van îşkenceyan re rû bi rû maye, hem jî nehatiye berdan; di serde jî çeteyan fidye (pere) ji malbatê xwestiye. Li gorî agahiyên F.O. çeteyan pereyek pir mezin xwestiye, lê rewşa wan a aborî nebaş bûye, lewma nekariye vî pereyî bidin. Li ser vê yekê hewl dane ku bi riya qaşo parêzer û dadgehan encam bigirin, lê wan jî bi heman rengî pere xwestiye. Ji ber vê yekê F.O. nekariye keça xwe bibîne, pê re bi axive û wê derxîne. Li gorî F.O. keça wê li îşkencexaneya çeteyan a li Maret tê girtin.

HERÎ ZÊDE JINAN DIKIN HEDEF

F.O. bibîr xist ku dewleta Tirk û çeteyên wê jiyan li tevahiya xelkê herêmên dagirkirî veguherandiye dojehê, her roj îşkence, talan, dizîn û kuştin heye. F.O. da zanîn ku mal û milkê wan jî hatiye desteser kirin.  F.O. dibêje ku herî zêde jî jin tên hedefgirtin û got: “Rojane jin bi qetilkirin û kiryaran dijî mirovahiyê re rû bi rû dimînin. Jina bi navê Ûfê Şêx li taxa Eşrefiyê hate qetilkirin û zêrên wê hemû hatin dizîn, mala wê hat şewitandin. Bi sedan jin wekî Ûfê bi van pêkanîn re rû bi rû man û hatin qetilkirin.”

ANHA