QSD: Îdiayên dewleta Tirk a dagirker ne rast in

QSD′ê  daxuyakirin ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ku 7 şervanên wan şehîd xistine, ne rast in.

QSD: Îdiayên dewleta Tirk a dagirker ne rast in
10 îlon, 2023   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê X (Twîtterê) weşandiye de wiha got: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di daxuyaniya xwe ya îro de îdia kir ku li herêma Efrînê ku di bin dagirkeriya wan de ye, hêzên me dema ku hewl dane êriş bikin, 7 şervanên me şehîd xistine. Îdiayên wezareta dagirker ji rastiyê dûr e, ji ber ku li vê herêmê hêzên me tune ye."

(bb)