​​​​​​​Pêkhate li dijî êriş û hewldanên derxistina fitneyan yek in

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew li dijî êriş û hewldanên derxistina fitneyan yek in û got: "Em bi hêz û rêveberiya xwe ya xweser bawer in."

​​​​​​​Pêkhate li dijî êriş û hewldanên derxistina fitneyan yek in
9 îlon, 2023   01:36
QAMIŞLO – BESNE ŞEMO

Pêkhateyên bajarê Qamişloyê got, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de û girêdana wan bi projeya neteweya demokratîk ve zehmetî û êrişên li dijî herêmê têk birin.

Welatiyê bi navê Afram Hena yê Suryan anî ziman ku têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de dîrokî ne û got ′′Hevgirtin, xwişk û biratiya di navbera me de ji kevin de ye û bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re xurtir bû. Em hemû di rêveberiyê û navenda girtina biryaran de cih digirin, me bi hev re hemû zehmetî derbas kirin. Xwîna keç û xortên me di rêya parastina vê xakê de bû yek."

Hena destnîşan kir ku divê têgeha beşdarbûna tevahî ferdan di pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê de were xurtkirin û diyar kir ku projeya neteweya demokratîk beşdarbûna tevahî pêkhateyan di afirandina aştiyê de mîsoger dike.

Ebduselam Silêman ê ji pêkhateyê Kurd diyar kir ku goristana şehîdan xwîşk û biratiya gelan ji cîhanê re nîşan dide û got: " Em ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe yek bimînin."

Welatiyê bi navê Îmad Elî Ehmed jî yê ji pêkhateyê Ereb jî got: "Em tev hewl didin çandeke nîştîmanî ya demokratîk ava bikin. Em nakokiyan deynin aliyekî û çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê re peyda bikin, ji bo vê jî em bi hêzên xwe û rêveberiya xwe ya xweser bawer in."

(mh)

ANHA