′Divê azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibe armanca pêşîn a partiyan Kurd′

Serokê Partiya Aştiya Demuqrat Telal Mihemed û hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê gotin, gotineke Rêber Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê çareser bike. Her wiha diyar kir ku divê azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibe armanca pêşîn a partiyên siyasî yên Kurd.

′Divê azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibe armanca pêşîn a partiyan Kurd′
8 îlon, 2023   23:37
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Rejîma dewleta Tirk ji sala 1999′an ve tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne û ji Adara 2021′ê ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan ve nayê girtin.

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de,  civaka Kurdistanê têkoşîna ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî didomînin.

Serokê Partiya Aştiya Demuqrat Telal Mihemed anî ziman hêzên xwedî berjewendiyên herêmî ji her projeyeke demokratîk li Rojhilata Navîn ditirsin û ji ber vê yek tecrîdeke giran li ser Rêber Abdulalh Ocalan ferz kirine û hevdîtinên bi Rêber Ocalan re qedexe kirine.

Telal Mihemed got: "Em ji ferzkirina tecrîdê matmayî namînin. Rola birêz Abdullah Ocalan di qada siyasî û civakî ya Kurdistanê de aktîf e, lew ra jî tecrîdeke giran li ser wî dimeşînin."

Mihemed îşaret pê kir ku di serî de hikumeta AKP′ê, pergalên dagirkerên Kurdistanê hewl dan bi rêya revandina Rêber Abdullah Ocalan ramanê azad ê gelên Mezopotamyayê têk bibin û ev li gotina xwe zêde kir: "Gotinek tenê ya birêz Ocalan dikare gelek pirsgirêk û aloziyan çareser bike."

Mihemed anî ziman ku xebatên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de xebatek ji bo bidawîkirina aloziyan û mîsogerkirina azadiya civakan e. Her wiha got: "Divê partiyên siyasî yên kurdî ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî bixebitin û helwestên xurt bidin. Divê doza Ocalan proje û xebatên pêşîn ên partiyên siyasî yên Kurd be."

′TECRÎD LI DIJÎ TEVAHÎ KURDAN E′

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî gelê Kurd e û got: "Li Rojhilata Navîn bi mîlyonan Kurd ji maf û azadiyê bêpar hatine hiştin. Lê mirovê ku ji bo parastina van mîlyonan kes rabûn, hatiye girtin û tecrîdeke giran li dijî wê tê meşandin. Ev mirov jî Abdullah Ocalan e ku ji sala 1999′an ve girtî ye.′′

Ehmê sedemên sereke yên domandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan spart van xalan: Yek Rêbert Ocalan nûnertiya tevahî gelên Kurd û Kurdistanê dike û ya din jî rejîma Tirk naxwaze pêşniyar û ramanên wî bighêjin gelên Rojhilata Navîn.

Ehmê bal kişand ku tevahî rêxistin û saziyên navneteweyî li hemberî tecrîdê bêdeng in û wiha dom da axaftina xwe: "Dema mijar dibe mafên Kurdan û têkoşerên Kurd ev sazî xwe bêdeng dikin. Divê Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî  der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de ji bêdengiya xwe derkevin û helwestekê nîşan bidin."

Luqman Ehmê destnîşan kir ku gel bi têkoşîna rêxistinkirî dikare dengê Rêber Abdullah Ocalan hîn zêdetir bighîne cîhanê û got: "Her çiqasî piştgiriya gel a bi Rêbertî re zêde bibe û têkoşîna li dijî tecrîdê geştir bibe, hingî wê zextên saziyan û xwedîderketina li doza Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibe."

Hevseroka Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê di dawiya axaftina xwe de got: "Divê gel xwe birêxistin bike. Xwedîderketina li ramanê Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna ramanê wî bi rêxistinbûyîna gel pêkan e."

(bb)

ANHA