Şervan Derwîş: Yên êrişî Minbicê dikin çeteyên HTŞ′ê ne

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi navê êşîra êrişî Minbicê dikin û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrişan hewl didin têkçûna planên xwe li Dêrazorê veşêrin.

Şervan Derwîş: Yên êrişî Minbicê dikin çeteyên HTŞ′ê ne
9 îlon, 2023   00:37
MINBIC- DÎCLE EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Eyn Îsa, Til Temir, Minbic û Şehbayê zêdetir kirine. Di heman demê de dewleta Tirk  a dagirker berê çeteyên Heyet  Tehrîr El Şamê (HTŞ) an ku Cebhet El Nusra ya berê da gundên Minbicê yên li beramberî nuqteyên meclisê.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş geşedanên meydanî yên eniya Minbicê nirxandin.

Derwîş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya ku QSD′ê li Dêrazorê ragihandiye û got: "Ji dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li Dêrazorê ragihand û gavên mezin pêşde avêtin ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirin. Ji derdora hefteyekê ve gelek gundên Minbicê ketober têne hedefkirin. Gundên herî zêde têne topbarankirin Mihsenlî, Ereb Hesen, Erîme, Bûgaz û Um Cilûd in. Di heman demê de çeteyan gelek caran hewl dan bikevin gundan, lê tevahî hewldanên wan hatin pûçkirin."

Derwîş îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje ′yên êrişan pêk tînin êriş Ereb in′ derewand û wiha domand: "Dewleta Tirk îdia dike yên ku êrişan dikin eşîrên Ereb in. Lê ev îdia ne rast in û tu têkiliyê êrişan bi eşîran ve tune ye. Nasnameya çeteyekê girêdayî dewleta Tirk hate dîtin dema ku komeke mezin a çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ′Cebhet El Nusra ya berê) li gundên El Bûgaz û Girhiyok bûn û gelek caran êrişî gundên me kirin. Şervanên me di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan dan û çete neçar kirin ku paşde vegerin û birevin. Çeteyên ku reviyan kuştiyên xwe li du xwe hiştin, me ev agahî û belge bi dezgehên ragihandinê re parve kirin."

Derwîş têkbirina hewldanên çeteyan ên dagirkirina gundên Minbicê spart piştgiriya eşîrên Ereb bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re û rola wan di parastina xak û gel de û wiha dom da axaftina xwe: "Meclisa Leşkerî ya Minbicê di raydeya yekemîn de ji ewladên eşîran pêk tê. Îdiayên dewleta Tirk û çeteyên wê derew in û planên nefretiyê ku xwestin biafirînin û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin. Lê ev plan bi berxwedaneke mezin hat bersivdayîn û planên wan hatin pûçkirin."

Şervan Derwîş destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî derbên ku xwarin û piştî binkeftinên planên wî yên dagirkirina deverên din ên Sûriyeyê, hewl dide bi hincetên cuda fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxe, lê tevahî hewldanên wê hatin têkbirin û dê yên bê jî werin têkbirin.

Derwîş her wiha got: ′′ Meclisa Leşkerî ya Minbicê baweriy xwe bi şêniyên herêmê xurt kir û têkiliyên xurttir ava kirin ku bi saya fedakariyên tevahî pêkhateyan pêk hatiye.  Xwîna pêkhateyan di rêya parastina destkeftiyan û damezirandina rêveberiya demokratîk de tevlihev bû. Şêniyên herêmê di hemû qadan de ji tevahiyan re bûn mînak. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin vê wêneya nimuneyî reş bikin. Lê rastî ji tevahî cîhanê re xuya ye."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bal kişand ser ziyanên ji ber êrişên dagirkeran çêbûne jî û wiha pê de çû: "Yên herî zêde ji ber şer û êrişan ziyanan dibînin welatî ne. Lê ya herî zêde balê dikişîne helwesta şêniyên Minbicê, eşîr û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî dagirkeriyan û piştevaniya wan a bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re ye. Em ji aliyê xwe ve silavên xwe ji gelê xwe yê berxwedêr û eşîrên Ereb re dişînin ku ji me ye û cihê wan di dilê me de taybet e."

Derwîş îşaret pê kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker bûne yek da ku ewlehiya herêmê têk bibin û banga hişyariyê ji van planan kir. Derwîş got: "Me êrişên çeteyan têk birin, lê divê gelê me ji her demê bêtir hişyar be û neyên lîstokan ku bi aramnca derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de têne kirin. Ji xwe rastî ji her kesî re aşkara ye, pêkhatina QSD′ê xwe dispêre zarokên eşîrên Ereb."

Li ser hedefkirina fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî şervanên Derwîş ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev êriş piştî binkeftinên meydanî yên çeteyan têne kirin. Bi hedefgirtina fermandarên me û lawazîkirina hêzên me dixwazin windahiyên xwe telafî bikin. Lê helwesta me diyar e. Em fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û meclisên hêzên me wekî Meclisa Leşkerî ya Babê, Cebhet El Ekrat û Ceyş El Siwar me ji destpêkê ve soza parastina gelê xwe daye. Em ê soza xwe biparêzin û kedeke mezin bidin û giyanê xwe feda bikin ta ku mîsyona xwe ya parastina gel û xaka xwe temam bikin. Em di wê baweriyê de ku em dikarin şêniyên xwe biparêzin."

(bb)

ANHA