Rêxistinên jinan piştgirî da xwepêşandanên li Siwêdayê

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî da xwepêşandanên şêniyên Siwêdayê yên bi pêşengiya jinan û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê banga hevgirtinê kir.

Rêxistinên jinan piştgirî da xwepêşandanên li Siwêdayê
9 îlon, 2023   03:47
REQA – ALAA EL ELÎ

Ji 20'ê Tebaxa îsal de xwepêşandanên xelkê Siwêdayê yên bi banga çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re dewam dikin. Jin bi xurtî beşdarî xwepêşandanan dibin û beşdarbûna wan balê dikişîne.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêxistinên jinan piştgirî da daxwazên xwepêşandêrên Siwêdayê.

Berdevka Meclisa Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa diyar kir ku ew piştgiriyê didin xwepêşandanên xelkê Siwêdayê, bi taybetî jin ku berê xwe dane qadan û banga azadî, wekhevî, dadmendî û jiyaneke ewle û bi rûmet dikin.

ÊDÎ GIHÎŞTINE ASTEKÊ KU NIKARIN KOLETIYÊ QEBÛL BIKIN

Xûd El Îsa têkildarî beşdariya balkêş a jinan di xwepêşandanên li Siwêdayê de got: "Jin nîvê civakê û nûnertiya nîvê din dike. Beşdarbûna  xurt a jinan di xwepêşandanan de îradeya wan a xurt nîşan dide. Her wiha beşdarbûna jinan hêzê dide xwepêşandanan.

Xûd El Îsa diyar kir ku jin ji  bo azadiya gel û civaka xwe berê xwe didin qadan û destnîşan kir ku jin êdî gihîştine astekê ku koletî û bindestiyê qebûl nakin û ew niha ketina rêya rizgariya ji vê hişmendiyê.

BANGA AZADIYÊ DIKIN

Der barê daxwazên şêniyan de Xûd El Îsa got: "Xwepêşandanan daxwaza azadiyê, destûreke nû û çareserkirina krîza Sûriyeyê dikin ku 12 saliya xwe derbas kiriye. Em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku ji bo pêkanîna van daxwazan bibin yek. Tu carî çareserî ji aliyê dewletên derve ve nayê peydakirin. Berovajî wê, destwerdana dewletên derve ku ev 13 sal in dewam dike alozî kûrtir kir, gelê Sûriyeyê tê kuştin û koçberkirin û êş û azarên wan di kampan de dijwartir dibin."

Di dawiya axaftina xwe de Xûd El Îsa hêviya pêkhatina armancên xwepêşandêran kir û ev peyam da xwepêşandêran: "Em Kombûna Jinan a Zenûbiyayê mil bi mil bi we re ne û di xwepêşandanên we de em bi we re ne. Em bi hêvî ne ku xwepêşandanên we berdewam bikin heta armancên wê pêk werin."

XWEPÊŞANDANÊN NÎŞTÎMANÎ YÊN DEMOKRATÎK

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer piştgiriya xwe ji xwepêşandanên li Siwêdayê re anî ziman û got: "Em piştgiriyê didin xwepêşandanên bi pêşengiya jinan. Ev xwepêşandan ne tenê ji bo neteweyekê yan kesekî ne, lê belê ew xwepêşandanên nîştîmanî yên demokratîk li ser asta Sûriyeyê ne, ji ber wê jî em destekê didin wan û hêvî dikin ku armancên xwe yên azadî, edalet û wekheviyê pêk bînin."

(mh)

 ANHA