Ji HRE′yê çalakiyên bersivdayînê: 4 çete hatin kuştin

Di çalakiyên bersivdayînê yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de, 4 çete hatin kuştin  û 3 çeteyên din birîndar bûn.

Ji HRE′yê çalakiyên bersivdayînê: 4 çete hatin kuştin
8 îlon, 2023   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê parve kirin.

Daxuyaniya HRE′yê bi vî rengî ye:

′′Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember seranserê heremên me berdewam dikin. Li hember van êrişan çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 7ê Îlonê de, di navbera gundên Kîmarê û Beradê ya navçeya Şêrawa li hember baregehek çeteyên dagirker, ji aliyê hêzên me ve çalakiyek serdagirtinê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. 2 çeper, 1 mange, kamerayek mobese û motorsîkletek çeteyan hatin ruxandin. Di vê çalakiyê de her wiha çekek BKC, zincîr û fîşekên wî, 2 çekên AK-47 bi rext û cercûran, 1 dûrbîna şev, 2 telefon, 2 cîhazên bêtel û nasnameyek hatin desteserkirin.′′

(bb)