Ji bo sala nû ya perwerdeyê mamosteyên ola Êzidiyatiyê hatin amadekirin

Li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê 8 mamoste hatin amadekirin da ku li dibistanan perwerdeyan li ser ola Êzidiyatiyê bidin.

Ji bo sala nû ya perwerdeyê mamosteyên ola Êzidiyatiyê hatin amadekirin
8 îlon, 2023   14:56
HELEB

Li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê amadekariyên sala nû ya perwerdeyê (2023-2023) tên kirin û 10′ê Îlonê wê dibistan werin vekirin.

Di sala nû ya perwerdeyê de dê ola Êzidiyatiyê li dibistanan were dayîn. Di vê çaçroveyê de Mala Êzidiyan a Helebê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk dewreyeke perwerdeyê li ser ola Êzidiyatiyê  ji 8 mamosteyên Êzidî organize kir.

Dewreya pewerdeyê 20′ê Tebaxê bi navê  "Şehîd Newroz Zerdeşt" hatibû destpêkirin û îro jî merasîmekê bi dawî bû.

Di merasîmê de endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Menan Cafer xîtabî maosteyên derçûyî kir û got: "We gava pêşîn bi serkeftî derbas kir. Dema fêrkirina xwendekaran li ser ola Êzidiyatiyê jî divê hûn kedeke mezin bidin. Divê em girîngiyeke mezin bidin ola Êzidiyatiyê ji ber ku ew dîrok û koka resen a Kurdan nîşan dide."

Endama Kongra Star Roşîn Mûsa wiha axivî: "Ruxmî fermanên bi armanca qirkirina me, lê bi rêya derbaskirina ola Êzidiyatiyê di minhacên dibistanan de,  em îsbat dikin ku em di parastina çand û baweriya xwe de bi îsrar in."

Piştî axaftinan mamosteyan bawernameyên derçûnê wergirtin.

Bi armanca parastina çanda olî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ola Êzidiyatiyê derbasî dibistanan kir.

Hevserokê Saziya Minhacan Mekseb El Seyah di hevdîtinekê berê li gel ajansa me de gotibû: "Em hewl didin nifşekî li ser bingehên qebûlkirina fikrên din û jiyana hevbeş a aştiyane ava bikin. Em hewl didin van xalan di pirtûkan de berhev bikin ji ber ku ev pirtûk cewhera van olan nîşan dide. Ji bo amadekirina minhaca olî ya pêkhateyên herêman komîteyên pispor hatin hilbijartin."

 (mh)

ANHA