Endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê banga parastina avahiyên xizmetguzarî kir

Endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê banga parastina avahiyên xizmetguzariyê kir. Her wiha destnîşan kirin ku destkeftiyên di 5 salan de hatine bidestxistin, pergalên herî mezin nikarin wê di vê demê de bi dest bixie.

Endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê banga parastina avahiyên xizmetguzarî kir
8 îlon, 2023   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel xebatên lêgerînê yên ku şervanên QSD`ê li bajarokên Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê û bazirganên narkotîkê, li dar dixin, çeteyan goristana şehîdan, mal û milkên gundiyan, avahiyên ximzetguzariyê talan kirin û binesaziya herêmê wêran kirin.

Endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê têkildarî mijarê axivî û banga parastina van avahiyan kirin û her wiha bang kir ku xelkê herêmê guh nede hewldanên derxstina fitneyê ku hin alî dixwazin li herêmê derxin.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Saêr El Kirêd bang li rûspiyên Dêrazorê kir ku bi cidî û bi awayekî birêxistinkirî bi Hêzên Sûriya Demokrat (QSD) re koordîne bikin. El Kirêd bang li xelkê Dêrazorê kir ku nedin dû fitneya li dijî ewlehiya herêmê.

Her wiha El Kirêd banga parastina avahiyaên xizmetguzariyê û yên giştî kir û got: “Xebatên me ji bo xizmeta xelkê me yê Dêrazorê berdewam in.”

Têkildarî heman mijarê, hevseroka Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Feyha El Mistefa got armanca hewldanên derxistina fitneyê, tunekirina projeya Rêveberiya Xweser, projeya demokratîk a li herêmê û tevna nîştimanî ye.

Feyha bi navê jinan, bang li pêkhateyên Dêrazorê kir ku guh nedin fitneyê, saziyên sivîl biparêzin ku xizmeta herêmê dikin û rijandina xwînê dûrkevin û ji bo çareserkirina vê aloziyê rêyên aştiyane bipejrînin.

Endamê Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ehmed Xeyrî diyar kir ku tevgera hin kesan li Dêrazor, xelkê herêmê bi giştî temsîl nake û got: “Ew ajandeyên derve ne û ketin navbera me.”

Rûspiyên Dêrazorê bang li şêniyan kiribûn ku bi xirabiya ku biyanî dixwazin bikin, nexapin, milkên giştî û taybet xira nekin û li dijî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dernekevin berovajî wê, piştgiriya wê bikin.

Xeyrî wiha pê de çû: “Em bi xelkê xwe û hêzên xwe yên leşkerî re ne ku istiqrarê li herêmê pêk bînin. Em bang li rûspiyan dikin ku destwerdanê biki, milkên vî bajarî û destkeftiyên di 5 salan de hatin bi destxistin biparêzin. Heta hêzên mezin di demeke wisa kurt de nekarî ewqas destkeftî bi dest bixin.”

Xeyrî bang li rûspiyan kir ku pêşî li komên çete yên di aliyê din re derbas dibin û xirabiya ku li bajêr dikin, bigirin. Xeyrî da zanîn ku destê rejîmê, hin kesên din, Tirkiye, Îran di vê rûdanê de hene.

(şx)
ANHA