'Bi hevgirtinê em ê dagirkeriyê têk bibin'

Pêkhateyên kantona Efrîn û Şehbayê diyar kir ku bi hevgirtin û yekitiya gelan wê hemû planên dagirkeriyê têk bibin.

'Bi hevgirtinê em ê dagirkeriyê têk bibin'
8 îlon, 2023   01:39
ŞEHBA

Pêkhateyên kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got, bi hevgirtina gelan wê dawî li planên dewleta Tirk û çeteyên wê bê.

'DÊ PLANÊN DAGIRKERIYÊ TÊK BIÇIN'

Welatiya bi navê Mecdolîn Şêxo ya ji pêkhateya Ereb a ji Şehbayê wiha got: "Em pêkhateyên Şehbayê bi gelê Efrînê re li hember dagirkeriyê disekinin, cudahî di navebera pêkhateyan de tune ye. Bi yekitî û hevgirtinê em ê Efrîn û tevahî herêmên dagirkerî rizgar bikin û dagirkerant têk bibin."

'BI BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ WÊ HEVGIRTINA ME BI HÊZTIR BIBE'

Welatiyê bi navê Arif Mihemed ê ji Pêkhateya Kurd ê Êzidî  jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin hevgirtina pêkhateyan parçe bikin.

Arif Mihemed got: "Em tevahî gel li ser esasê xwişk û biratiya gelan û hevgirtinê mezin bûne, lew ra wê tu carî armancên dewleta Tirk a dagirker neghêjin serî. Em tevahî gel  bi hev re berxwedaneke mezin dikin û têkoşîn û vîna me wê hevgirtina me bihêztir bike."

JI PLANÊN DAGIRKERIYÊ HIŞYAR BIN!

Welatiya bi navê Yeser Hemdo ya ji pêkhateya Ereb got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi ser neketin, lê vê carê dixwaze bi rêya derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de armancê xwe yên dagirkirin û siyasetên xwe yên qirêj xwe pêk bîne.

Yeser Hemod anî ziman ku dewleta Tirk bi van fitneyan jî wê nikaribe berxwedana gelan têk bibe û got: "Gelên herêmê yek e."

(zş/bb)

ANHA