Sîxur û ajan Ebû Uqab kî ye?

Ji efserê di Firqeya 15′an a Hêzên Taybet de ber bi endamekî çalak ê îstîxbarata hikumeta Şamê li başûrê Sûriyeyê ber bi pêkanînerê darvekirinên meydanî û di dawiyê de jî kete nava refên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û dûre ji bo derbaskirina çekdaran ji rojavayê Firatê ber bi Zîbanê ve bi cilên DAIŞ′ê bû koordînator. Gelo Ebû Uqad kî ye?

Sîxur û ajan Ebû Uqab kî ye?
7 îlon, 2023   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 27′ê Tebaxê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ′ê, sûcdar û bazirganên hişbirê Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ da destpêkirin. Lê hêzên derve, bi rêya derbaskirina hin komên çete weke çeteyên Newaf El Beşîr û hin çekdarên girêdayî saziya ewlehî ya Sûriyeyê bi navê ′Muqaweme Şeibiye′, her tim hewl da vê operasyonê têk bibin.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên tund ên bejahî li dijî Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê pêk anîn, lê heta niha ew êriş hatine têkbirin.

Di Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de ku heta niha li herêmên rojhilatê Dêrazorê dewam dike, di dîmenekê de çeteyan li bajarokê Zîban belav kiriye kesekî bi navê Ebû Uqad derdikeve û cilên DAIŞ′ê li xwe kiriye. Ebû Uqad di Firqeya 15′an a Hêzên Taybet ên hikumeta Şamê de efser bû, qeyda wî bi xwîna sûriyeyiyan reş e, gelo ew kî ye û girêdayî kê ye?

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re hûrgiliyên li ser kesê bi navê Ebû Uqad ku navê xwe Mihêdî Uqab El Ebdullah e û jidayikbûna wê Dêrazor e, aşkera kirin.

Beriya 2011′an, di Firqeya 15′an a Hêzên Tabyet bi hêzên hikumeta Şamê ku li parêzgehên başûrê Sûriyeyê bi cih bûbûn, efserek bû. Ebû Uqad tê de xizmet kir. Piştî krîza sûriyeyê û serdegirtina artêşa hikumeta Şamê ji bajarê Derayê re di 25′ê Nîsana 2011′an de Ebû Uqad ji bo berpirsiyariya benda Senter a li gundê Neîme yê li têketina rojhilatê Derayê hate erkdarkirin.

Piştî 2012′yan, di şaxê herêma başûr a girêdayî îstîxbarata leşkerî ya Sûriyeyê heta 2019′an de xebitî. Çavdêrê benda kontrolê ya li kêlek parka Hemîde Tahir a li taxa Seharî ya li rojavayê Derayê hatibû danîn, bû.

Di 2020′an de, piştî agahiyên derew li ser kuştina wî hatin belavkirin, li şaxê îstîxbarara leşkerî ya Şamê re hate erkdarkirin. Wê demê winda bû û weke hakerekî ji îstîxbarata hikumeta Şamê re li nava refên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya bi serkêşiya Ehmed El Xebîl (Ebû Xewle) hate erkdarkirin. Ebû Xewle û Ebû Uqad ji heman eşîra Igêdat in.

Piştî QSD′ê li ser paşxaneyên giliyên dozgeriyê Ebû Xewle ji erka wî derxist û QSD′ê Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′  da destpêkirin, Ebû Uqad bi koordînaya bi Îbrahîm El Hefil re çekdar ji herêma Meyadîn derbasî Zîban kirin.

′EBÛ UQAD LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ ÇI KIR?′

Ebû Uqad di nava komeke teng de li gel serbaz Eymend Eyoş xebit. Ew serbaz di şaxê îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê de dixebitî û berpirsê gelekê bendên li Dera û gundewarên wê bû, ji wan bendan Hemîde Tahir ku Ebû Uqab jî tê de xizmet kir. Eymen Eyoş li Qisêr ê gundewarên Humisê hate dinê, di 2015′an de beşdarî şerên hêzên hikumeta Şamê li gundewarên parêzgeha bakurê Laziqiyê bû.

Koma serbazên li benda Hemîde Tahir ku Ebû Uqab jî di nav de bû, ji dehan leşker û 6 serbazan pêk dihat; Mihêdî Ebû Uqab, Amir El Seqa, Nesîm Ebû El Zên, Elî El Cebalî, Danyal El Weirî û Ebû Miqdad.

Têkildarî erka wan 6 serbazan, darvekirinên meydanî, tesfiyekirina girtiyan, piştî îşkencekirina wan bi hemû rêbazan. Koma Ebû Uqad yekemîn darvekirina meydanî li Derayê li taxa Seharî di 2012′yan de pêk anî.

Ebû Uqab bêyî tu agahî û hişyariyan 3 ciwan di dikana porbiriyê de bi dar vekirin; Wesîm El Şêx Qasim, birayê wî Emar El Şêx Qasim û yek ji serdanên dikanê. Birayê Mihemed Musalime ku yek ji rojnamegerên li Derayê, Îxlas Musalime jî bi dar vekirin. Her wiha dema ciwanên bi navê Ehmed El Dehon serdana nexweşxaneya El Wetenî li taxa Seharî ya Derayê dikir kuştin, şêxên Derayê di bin îşkenceyê de kuştin; şêx Muslih Eyaş û şêx Rebî El Kakonî.

′ŞAHID Û DELÎLÊN TÊKILDAR EBÛ UQAB′

Di gelek hevdîtinên bi girtiyên berê li benda Hemîde Tahir hatin girtin de û yên ji kesên kêm ên filitîne mîna; Mihemed Hesan Musalime, Mihemed Wasil Musalime, Omer Wasil Musalime û Murad Musalime ku niha li Almaniyayê ne, her wiha mîna Ciwan Umran Musalime li Urdinê ye. Yek ji leşkerên veqetyayî ku niha li Ewropayê ye, dîmenên Ebû Uqab li ser medyayên dîjîtal belav kirine. Şahidên wan li ser îşkenceya li hundirê girtîgeha benda parka Hemîde Tahir û girtîha dibistana Afaq a li taxa Seharî ya Derayê pêk hatin yek in.

Şahid û delîlên têkildarî tesfiyekirina girtiyên sivîl û çalakgeran ji hêla Ebû Uqab ve hatin qeydkirin, her wiha zarok û jin li hundirê bendê tecawîz kirin. Li kêlek wê jî gorên komî li hundirê parkê hene. Ev hemû bi destê Ebû Uqab pêk hatin.

Li gorî datayên derketina Ebû Uqab li Dêrazorê, aşkera dibe ku saziya îstîxbaratê ya hikumeta Şamê bi awayekî yekser destê xwe li bûyerên li herêmên rojhilatê Dêrazorê heye.

(fr)

ANHA