′Tecrîd li dijî tevahî qanûn û pergalên navneteweyî ye′

Hiqûqnasan  diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî qanûn û pergalên navneteweyî ye û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang kir.

′Tecrîd li dijî tevahî qanûn û pergalên navneteweyî ye′
7 îlon, 2023   05:30
REQA – ENES MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Cezayên nû li wî birîn, tecrîda li ser wî girantir kir û ji zêdetirî 30 mehan ve hevdîtina parêzer û malbatê pê re qedexe kiriye.

Endamê Komîteya Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan parêzer Mihemed El Tayih destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî hemû qanûn û pergalên navneteweyî ye.

El Tayih diyar ki rku armanc ji cezayên dîsplînê ku dewleta Tirk derxistine, rêgirtina li ber belavbûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan e.

El Tayih anî ziman ku li gor fikrê Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meclis û rêveberiyên ku nûnertiya gel dikin hatine avakirin.

El Tayih wiha domand: "Sedema sereke ya bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de, bicihanîna daxwazên dewletan ye ku di şerên cîhanê yên yekem û duyem bi ser ketine. Ev dewlet jî li çarenûsa gelên cîhanê kontrol dikin û hêzên veşartî hene ku li rewşê kontrol dikin."

El Tayih destnîşan kir ku divê gel bi rêbazên nû zextê li hêzên mêtinger bike û azadiya gelên herêmê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.

Her wiha El Tayih ramana Rêber Abdullah Ocalan, wek ronahiyê bi nav kir û bang li gelan kir ku li ber xwe bidin, ji bo pêkanîna azadiyê jî bi rêbazên nû fişarê hêzên mêtinger bikin.

Her wiha, parêzer Ebdullah El Eryan got, mafê her girtiyekî ye ku bi malbat û parêzerên xwe re li gor pergal û destûrên navneteweyî hevdîtinê pêk bîne.

El Eryan bang li NY'ê kir ku dewletên ku li dijî pergalên navneteweyî tevdigerin ceza bike.

(mh/şx)

ANHA