Çeteyan kuştî û birîndarên xwe birin nexweşxaneya Girê Spî

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 kuştî û 2 birîndarên xwe birin nexweşxaneya kantona Girê Spî.

Çeteyan kuştî û birîndarên xwe birin nexweşxaneya Girê Spî
6 îlon, 2023   20:03
 EYN ÎSA

Çavkaniyek xwecih ji kantona Girê Spî ragihand ku 3 cenazeyên çeteyan û 2 birîndarên çeteyên Cebhe El Şamiye yên dewleta Tirk a dagirker rakirin nexweşxaneya kantona Girê Spî ku di êrişên li dijî eniyê gundê Sigîro yê rojhilatê Eyn Îsayê de hatibû kuştin û birîndar bûbûn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êriş eniyên bi Rêveberiya Xweser kirin. Ji gundewarê Serêkaniyê bigire heta bigihêje Eyn Îsa û Minbicê. Armanca wan ji van êrişan, astengkirina operayonsa “Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku QSD`ê li dijî komên wêranker ên li Dêrazorê  dest pê kiribû.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî 3`yê Îlonê hewldaneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li eniyê gundê Sigîro têk biribû ku xwestin derbasî herêmê bibin. Di encamê de 7 ji wan hatin kuştin û 7 din birîndar bûn.

Her wiha di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li gundên eniyên şer, welatiyê b navê Xelîl El Hemed (23) ê ji gundê Hiwêce yê rojhilatê Eyn Îsayê birîndar bûbû.

 (şx)