Li Binarê Qendîlê wesayîtek hate bombebarkirin

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li herêma Binarê Qendîlê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyên bi dest ketine di encama êrişê de tu şehîd û birîndar nîne.

Li Binarê Qendîlê wesayîtek hate bombebarkirin
5 îlon, 2023   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Roj News`ê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker vê êvarê li herêma Binarê Qendîlê wesayîtek bombebaran kir.

Li gorî agahiyên bi dest ketine di encama êrişê de tu şehîd û birîndar nîn e lê di encama bombebarankirina wesayîtê de ziyaneke mezin a madî gihiştiye avahiya Şaredariya Binarê Qendîlê.

Têkildarî êrişa esmanî ya dewleta Tirk ya dagirker, Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk piştrast kir û ji Rojnews’ê re axivî û got; “Çend saetek beriya niha balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser esmanê Binarê Qendilê digeriya. Kêmek beriya niha wesayîtek barhilgir ku li nêzîkî avahiya Şaredariya Binarê Qendîlê rawestiyabû bombebaran kir. Ji ber êrişa balafirê agir bi tankera gazê ya wesayîta Şaredariyê ket û di encamê de ziyanek mezin gihişt gelek wesayîtên şaredariyê.”