Xelkê herêma Firatê 2 cangoriyên azadiyê oxir kirin

​​​​​​​Cenazeyên şehîd Ebdulqadir Mihemed û Şiyar Girik (Necîb Cimo) li Goristana Şehîdan a Diclayê hatin veşartin.

Xelkê herêma Firatê 2 cangoriyên azadiyê oxir kirin
Xelkê herêma Firatê 2 cangoriyên azadiyê oxir kirin
Xelkê herêma Firatê 2 cangoriyên azadiyê oxir kirin
Xelkê herêma Firatê 2 cangoriyên azadiyê oxir kirin
Xelkê herêma Firatê 2 cangoriyên azadiyê oxir kirin
Xelkê herêma Firatê 2 cangoriyên azadiyê oxir kirin
Xelkê herêma Firatê 2 cangoriyên azadiyê oxir kirin
5 îlon, 2023   10:41
KOBANÊ

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulqadir Mihemed û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê  Şiyar Girik (Necîb Cimo) duh (Duşemê) ji ber nexweşiyê şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşartin.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Adil Hecî axivî û ev tişt got: "Bi saya têkoşîna şehîdan em gihiştine vê astê. Hêzên dijber dixwazin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û destkeftiyên şehîdan têk bibin."

Adil Hecî soza şopandina xeta şehîdan û got, ew ê li hemberî hewldanên derxistina fitneyan bisekinin.

Piştre endama Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Leyla Ehmed jî anî ziman ku jiyana ewle û destkeftiyên hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e û wiha domand: "Şehîdên me soza dan ku ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo parastina vê xakê da û avakirina civakeke azad têk bikoşin. Em jî dibêjin em ê heta dawiyê têk bikoşin û xewn û xeylanên şehîdan pêk bînin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Cadir jî bal kişand ser hewldanên derxistina fitneyan di navbera di navbera Kurd û Ereban de û wiha got: " Em gelê Kurd û Ereb em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin. Bila her kes bizanibe ku em ê Kurd û Ereb yek in û tu kes nikare tevliheviyê bixe navbera me."

Li ser navê malbata şehîd Şiyar Girik jî Şewket Mixarî axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşm û tîlîliyên dayikan hatin veşartin.

(eş/bb)

ANHA