​​​​​​​′Pêkhateyên herêmê ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar in′

Weqfa El El Beyt a Reqayê diyar kir ku pêkhateyên herêmê ji berê de di yek xendekê de ne û got, ajandeyên derve li pişt bûyerên li Dêrazorê ne da ku fitneyan derxin.

​​​​​​​′Pêkhateyên herêmê ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar in′
5 îlon, 2023   10:49
REQA

Endamên Weqfa Al El Beyt û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl a Reqayê li Yarîgeha Beledî ya li bajarê Reqayê kom bûn û bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi  Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re nîşan da. Endamê weqfê Ehmed El Niwêran daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Meclisa Reqa ya Weqfa Al El Beyt rewşa li Dêrazorê ji nêzîk ve dişopînin. Piranî eşîran bang li QSD′ê kir ku rûmeta şêx û eşîrên li Dêrazorê ji binpêkirinên dermirov biparêzin. Piştî QSD′ê bang bersivand, kesayetên neeşîrtî derketin û xwestin ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin. Ji ber wê em van kriyarên dermirovî şermezar dikin û destekê didin bangên eşîran ên parastina ewlehî û îstîqrara herêmê ku bi rêya Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ku QSD′ê bi rê ve dibe.

Divê eşîr nekevin xekfa kanalên bi piştgiriya dewleta Tirk û alavên wê. Em li dijî her kesên çi derve çi hundir dibe bila be bisekinin ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin.

Ereb, Kurd û Xiristiyan bi hemû etnîkên xwe ji kevn de û heta niha di yek xendekê de ne û em ê wisa dewam bikin. Hin kes hene hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê ya bi saya şehîdan pêk hatiye, têk bibin.

Li ser vê xaka pîroz xwîna zarokên me bûn yek, em dev ji jiyana birûmet ya li ser welatê xwe bernadin. Ev jiyan bi saya şehîdên me pêk hat. Em nahêlin kesek derbas bibe û fitneyan derxe, me ji hev bike û tiştên me ava kiriye têk bibe."

(fr)

ANHA