Rûsya: 2 dron Ukraynayê hatin xistin, 4 keştî hatin rûxandin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku du dronên Ukraynayê xistine û 4 keştî rûxandine.

Rûsya: 2 dron Ukraynayê hatin xistin, 4 keştî hatin rûxandin
4 îlon, 2023   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku du dronên Ukraynayê li asmanê Deryaya Reş li nêzîkî nîvgirava Kirimê û li herêma Kurskê  rûxandine.

Wezaretê got, balafiran barbanga roja Duşemê, li bakurê rojavayê Deryaya Reş 4 keştiyên leşkerî yên bilez ên bi tîpa Willard Sea-Force yên Amerîkayê çêkirine, rûxandin. Her wiha ragihand ku balafirê hêzên çekdar ên Ukraynayê radikir  ku ber bi Ras Tarkhankut a li rojavayê Kirimê ve diçûn.

Parêzgarê herêma Odessa ya Ukraynayê ji li ser hesabê Telegramê ev agahî parve kir: "Barbanga îro (Duşemê)  Rûsyayê bi balafireke bê mirov 3 saetan êrişî li dijî bendera Îsamîl a li ser çemê Dunavê pêk anî. Di encama êrişê de ziyanên mezin gihaştin binsaziya deverê û hinek avahî şewitîn."

Parêzgerê herêmê anî ziman ku derdora 17 dron hatin xistin, lê hinek ji wan hedefên xwe girtin. Her wiha got, ′′Li gorî agahiyên destpêkê qurbanî çênebûne, lê li gelek deverên girdêdayî herêma Îsamîl ambar, avahiyên hilbirandinê û alavên çandidniyê bi zerer bûn.′′

(bb)