Eşîra Tewadifa: Em bi QSD′ê re ne

Eşîra Tewadifa ya bi serokatiya Şêx Îbrahîm El Helaq piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ragihand.

Eşîra Tewadifa: Em bi QSD′ê re ne
4 îlon, 2023   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operayona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ û yên Newaf El Beşrî, bazirganên madeyên hişbirê û kesên ji derveyî qanûnê tev digerin, ragihandiye ve, eşîrên herêmê piştigriya xwe bi QSD′ê re nîşan didin.

Eşîra Tewadifa jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anî ziman. Daxuyanî li eywana serokê eşîra Tewadifa ya li Reqayê ji aliyê rûspî Îbrahîm El Arûnî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li dijî xiraber, kesên derveyî qanûnî tev digerin û yên ku hewl didin aramî û istiqrarê herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin, em radighînin ku em bi hêzên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk re ne.

Ji roja damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û heta niha ve em banga yekitiyê li tevahî pêkhateyên civaka herêmên xwe dikin. Me timî bang li QSD′ê dikir ku li dijî texrîb û hişbirê tê bikoşe, ewlehî û aramiya herêmê biparêzin û kesên ku hewl didin destdirêjî ewlehiya welat bikin, tune bikin."

(bb)

ANHA