​​​​​​​Hewldana çeteyan a ketina gundewarê rojhilatê Babê hat têkbirin

Meclisa Leşkerî ya Babê hewldana çeteyên dewleta Tirk  a dagirker a ketina gundewarê rojhilat ê bajêr têk bir.

​​​​​​​Hewldana çeteyan a ketina gundewarê rojhilatê Babê hat têkbirin
4 îlon, 2023   08:37
MINBIC

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Babê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên meclisê hewldana çeteyên artêşa Tirk a dagirker a ketina nava gundewarê rojhilatê bajêr têk bir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên meclisê bersiva hewldana çeteyan a ketina eniyên gundên Biwêhîc, El Bûgaz û Hemrayê da û hewldana çeteyan ku pêşde werin, têk bir."

Her wiha got, çeteyan gundên El Bûgaz, Biwêhîc û Hemrayê bi çekên giran û navîn topbaran kirin û ragihand ku li eniyên gundên navborî şer didome û bersiva hewldana ketina nava van gundan tê dayîn.

Li eniyên gundewarê rojava û bakur ên bajarê Babê yê rizgarkirî di navbera çeteyên û meclisên leşkerî yên Bab û Minbicê de şerekî dem dem rû dide

(bb)

ANHA