`Em dê rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftin pêk were`

Şêniyên kantona Qamişlo di merasîma oxirkirina 2 şehîdan de, destnîşan kirin ku ew ê li hember aliyên destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê hedef digirin, şopdarên rêya şehîdan bin.

3 îlon, 2023   18:46
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Yakub û endamê Rêveberiya Şîrketa Newroz Ebdulselam Mehmûd li goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê.

Şehîd Yakub di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de 31`ê Tebaxê li Dêrazorê û şehîd Ebdulselam Mehmûd di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Qamişlo-Girkê Legê şehîd bûbûn.

ŞEHÎD RASTIYA ŞOREŞÊ NE

Li goristanê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Îsam Îbrahîm destnîşan kir ku şehîd rastiya şoreşê ne j iber wê divê her kes şopdarên rêya wan bin û ji bo wê jî divê têkoşînê mezin bikin da ku şoreşê bi ser bixin.

OPERASYONA “XURTKIRINA EWLEHIYÊ” BER BI SERKEFTINÊ DIÇE

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kanan Berakat jî got: “Dixwazim mizginiyekê bidim we, operasyona QSD`ê ber bi serkeftinê ve diçe. planeke mezin li dijî herêmê û lihevkirin di navbera Îran, Sûriye, Rûsya û Tirkiyeyê de hebûn ku Dêrazorê bi rêya kesên mîna Ebû Xewle û Newaf El Beşîr û Dîfa El Watanî kontrol bikin. lê YPG, YPJ û QSD`ê ev plan têk birin.”

`ÎXANET NAGIHÊJE SERÎ`

Endama rêveberiya Şîrketa Newroz Lela Îbrahîm jî, sersaxî da malbatên her du şehîdan û got: “Îxanet naghêje serî. Şehîdên me bû layîqî ramana Rêber Abdullah Ocalan û dê ala azadiyê ber bi asmên ve hertim bilind biheje.”

Di dawiya merasîmê de, girseya gel cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA