Di êrîşa çeteyan li Minbicê de 4 zarok hatin qetilkirin

Di êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên Minbicê de 4 zarok şehîd bûn. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan dide.

Di êrîşa çeteyan li Minbicê de 4 zarok hatin qetilkirin
1 îlon, 2023   07:06
 MINBIC

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro (1 îlon) saet 06.00’an de bi riya bejahî êrîşî gundewarên li bakûr-rojavayê Minbicê kirin.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êrîşan da û li gundê Ewn Dadat êrîş têk birin.

Li gundên Muhsenlî, Ereb Hesenû, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê jî pevçûn didomin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên leşkerî di êrîşên destpêkê yên li ser gundê Mihsenlî yê li bakûr-rojavayê Minbicê de 4 zarok şehîd bûn.

ANHA