Di Tebaxê de li Minbicê 410 şewat derketine

Ji destpêka Tebaxê de li bajarê Minbicê 410 şewat derketine. Endamê Beşa Agirkujiyê got divê li kargehan, cihên pêşesaziyê û erebeyan alavên agirkujiyê hebin û bang li şêniyan kir ku li gorî têbînî û tedbîrên ewlehiyê tevbigerin.

Di Tebaxê de li Minbicê 410 şewat derketine
31 tebax 2023   06:40
MINBIC

Bi bilindbûna pileyên germahiyê re şewat zêdetir dibin. Lewma di vê demê de xebatên Tîmên Agirkujiyê duqat dibin û ji bo parastina şêniyan û milkên wan berpirsiyariyên wan zêdetir dibin.

Endamê Beşa Agirkujiyê ya bajarê Minbicê Telal El Himêdî ku ji ajansa me re axivî eşkere kir ku tîma wan ji destpêka meha Tebaxê de û heta 23'yê Tebaxê 410 şewat vemirandine.

El Hemîdî da zanîn ku di Hezîran û Tîrmehê de nêzî 185 şewat derketine.

El Himêdî bal kişand ser sedemên rûdana şewatan û got: "Pileyên bilind ên germehiyê, nepêkanîna tedbîrên xweparastinê ji aliyê şêniyan ve, nebûna amûrên pêwîst di nav kargeh, cihên pîşesaziyê û malan de bûn sedem ku hejmara bûyerên şewatê zêdetir bibe.”

Li gor Beşa Agirkujiyê, bi piranî destwerdana şewatên daran, rezan, kargehan, erebeyan, stasyonên sotemeniyê û sahrîcan dikin.

Ji bo agahdarkirina li ser şewatan Beşa Agirkujiyê hejmareke telefonê ya taybet diyar kiriye. Li gorî Beşa Agirkujiyê, ew bi rêbazek din jî destwerdana şewatan dikin, ew jî bi rêya koma rewşa awarte ye ku ji desteyên xizmetê û leşkerî pêk tê.

El Himêdî wiha lê zêde kir: "Erka me ya sereke parastina şêniyan e. Lê belê gelek kêmasî hene ku li pêşiya me dibin kelem. Amûrên agirkujiyê û wesayît kêm in. Lê ruxmî wê jî em ji bo destwerdanê her dem amade ne.”

El Himêdî destnîşan kir ku divê navendên agirkujiyê li gundewarê Minbicê jî hebin da ku zexta li ser navenda bajêr kêm bibe û got: "Divê di tevahî kargehan de sîstemên parastina ji şewatê û amûrên agirkujiyê hebin."

El Himêdî bang li ajokaran kir ku bi wan re hevkar bin û dema erebeya agirkujiyê der bas bibe, rê bidin wê da ku di zûtirîn dem de bigihîje cihê şewatê.

(mh/şx)

ANHA