Rojnameyên erebî: Rewşa heyî li Sûriyeyê dişibe ya 2011`an

Rojnameyên erebî yên îro bal kişandin ser xwepêşandanên li Sûriyeyê û serdana wezîrê karên derve yê Îranê li Sûriyeyê.

Rojnameyên erebî: Rewşa heyî li Sûriyeyê dişibe ya 2011`an
31 tebax 2023   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb di rojeva xwe ya îro de cih da xwepêşandanên li Sûriyeyê û li ser vê mijarê nûçeyek bi sernavê ′ Xwepêşandanên li Siwêdayê dewamd dikin′ weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku rewşa niha ya li Sûriyeyê dişibe bûyerên sala 2011′an. Hate gotin, ruxmî ku hinek parêzeran di xwepêşandanên 13 salan ên dijî Esed de helwesteke yekalî girtibû, lê niha li gelek parêzegehan xwepêşandanên li dijî rewşa aborî û hikumeta Şamê di hefteya xwe duyemîn de dewam dikin.

Di nivîsê de îşaret bi xwepêşandanên li Siwêdayê ku cihê Duruziyan e hate kirin û hate zanîn ku xwepêşandêran endamên Partiya Baasê ya Esed ji hinek nivîsgehên wan qewitandin, deriyên nivîsgehan girtin û dirûşmên li dijî hikumetê li ser dîwanan nîvisandin.

Li gorî rojnameyê, ruxmî ku xwepêşandanan hikumeta Esed hejand, lê wekî gefeke li dijî hebûna wê xuya nake, nemaze ku hêzên hikumeta serweriya xwe li piraniya welat xurt kiriye. Her wiha hate gotin, ev xwepêşandan hemwextî vegera Şamê li civaka erebî û vegerandina têkililyên xwe bi piraniya hikumetên herêmê pêk hat.

TÊKILIYÊN SÛRIYE-ÎRAN

Rojnameya El Weten a girêdayî hikumeta Şamê jî cih da serdana wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan û şandeya wî û hevdîtina bi serokê Meclisa Wezîran a hikumeta Şamê Hisên Ernûs re. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku Ebdulehyan di civîna çapemeniyê ya bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdara re eşkere kiriye ku wan li hev kiriye ku di demeke nêz de li Tehranê civînên koma heveş a Sûriye-Îran bi serokatiya Ernûs û cîgirê serokê Îranê, li dar bixin.

(bb,fr)