​​​​​​​Fewziya Ebdî: Plana Tirkiyeyê li ser penabaran gef e

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî destnîşan kir ku bicihkirina penaberên sûriyeyî li deverên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û avakirina avahiyên mêtingeriyê berdewamiya planên wê yên guhertina demografiyê ne û tunekirina dîrok û çanda herêmê ye.

​​​​​​​Fewziya Ebdî: Plana Tirkiyeyê li ser penabaran gef e
31 tebax 2023   02:37
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker doza penaberan li gor berjewendiyên xwe û ji bo pêkanîna wan berjewendiyan di xaka Sûriyeyê de bi kar tîne û hewl dide li ser hesabê gelê Sûriyeyê destkeftiyên siyasî bi dest bixe. Ji bo wê jî sûdê ji piştgiriya ku dewletên herêmî û navneteweyî bi rêya rêxistinên xwe yên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Cerablus, Ezaz û Babê digire.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firstê Fewziya Ebdî got: "Bicihkirina malbatên çeteyan û avakirina avahiyên mêtingeriyê li deverên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve planeke amadekirî ye û eger rewş wiha bidome em ê bibînin ku dewleta Tirk a dagirker ew dever wek deverên Tirkiyeyê ragihandine."

PLANA TIRKIYEYÊ LI SER PENABERAN GEF E

Fewziya wiha domand: "Em li pêşiya planeke metirsîdar a dewleta Tirk a dagirker in ku li ser bi hezaran penaber û koçberên sûriyeyî gef in. Tirkiye hewl dide bi van kiryarên xwe Mîsaqê Millî vejîne. Ji destpêka kirîzê de ew gelê Sûriyeyê ji bo pêkanîna armancên xwe bi bihaneya parastina gelê Sûriyeyê destwerdanê dike, lê belê rastî berovajî vê ye."

Ji Cotmeha 2019'an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcan li dijî şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî û çanda wan û xwezaya herêmê pêk tîne û penaberên ku ji Tirkiyeyê hatin derxistin li kantona dagirkirî bi cih dike. Hate ragihandin ku ji destpêka meha Tebaxê ve hezar û 378 penaberan di kantonê de hatine bicihkirin.

Ji dema bicihkirina penaberan li deverên dagirkirî ku di Nîsana sala borî de dest pê kiriye, zêdetirî 25 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ'ê û penaberên sûriyeyî li wan deveran hatin bicihkirin.

Fewziya destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker qirkirina çandên deverên dagirkirî didomîne ku bi hedefgirtina çand û dîroka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û bi bicihkirina biyaniyan li herêmên dagirkirî berdewam dike.

Li gor agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, rêjeya welatiyên ku bi darê zorê ji Serêkaniya dagirkirî hatine koçberkirin, gihîştiye ji sedî 85`an. Hejmara welatiyên kurd ên li herêma dagirkirî maye, tenê 50 kes in. Piraniya wan temenmezin in. Her wiha hejmara xiristiyanan jî kêm bûye û tenê 7 li herêmê mane. Êzidiyên 16 gundan û pêkhateyên din ên wek çeçan bi temamî ji kantonê koçber bûne.

Fewziya Ebdî bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî li hember guhertina demografiya herêmên dagirkirî şermezar kir û got: "Em tenê xwe dispêrin xwe û divê gelê Sûriyeyê careke din li xwe vegere ku çawa di xaka kesên din bi cih dibin û planên Tirkiyeyê baş nas bikin."

(mh)

ANHA