​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El Xebîl ji erka wî sekinand

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî QSD`ê ragihand ku ji ber pêkanîna sûcan li dijî şêniyên herêmê û bazirganiya hişbirê, wan Ehmed El Xebîl ji erka wî ya fermandariya meclisê dûr xistiye.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El Xebîl ji erka wî sekinand
30 tebax, 2023   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Piştî şopandinê, rapor û giliyên şêniyan, li gorî fermana binçavkirinê ya ku Dozgeriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi erêkirina Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk biryar da ku Ehmed El Xebîl ji erka wî ya fermandariya meclisê dûr bixe. El Xebîl, gelek sûc û zêdegavî kiribûn, bi aliyên derve yên dijberî şoreşê re hevkarî dikir, li dijî şêniyan sûc kirin, bazirganiya hişbirê dikir, her wiha rewşa ewlehiyê xirab bi rêve dibir û di zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ`ê de rol dilst û erka xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî bi kar dianî, bi vê yekê rêziknameya QSD`ê binpê dikir. 4 endamên din ên meclisê ku destê wan jî di wan sûc û zêdegaviyan de hebû, ji erk hatin sekinandin.”

(c)