Ciwanên Sûriya Demokratîk piştgirî dan xwepêşandanên li Sûriyeyê

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk piştgiriya xwepêşandanên li bajarên Sûriyeyê kirin.

Ciwanên Sûriya Demokratîk piştgirî dan xwepêşandanên li Sûriyeyê
26 tebax, 2023   19:28
QAMIŞLO

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk li pêşiya bajarê Ciwanan a Qamişlo daxuyaniyek da û piştgiriya xwepêşandanên li Siweydayê ragihand.

Endamê meclisê Ebdulwehab Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê got: “Em piştgiriya vîna serbixwe ya Sûriyeyê dikin. Em destekê didin tevgera aştiyane ya ku banga şoreşa mirovahiyê dike, ji bo ku bi rûmet û azad bijîn. Em bi yekitiya Sûriyeyê û pêkhateyên wê, derxistina hêzên dagirker ji Sûriyeyê bawer in. Em bang li gelê xwe yê bi pêşengiya ciwanan serî hildaye, bibin yek, nehêlin tu alî kêmasiyekê bi kar bînin ji bo ku ajandeyên xwe li ser wan ferz nekin, xwîna gelê Sûriyeyê nerijînin û mîna komên îslamî yên tundraw weka DAIŞ û Cebhet El Nusra bi kar neynin.

Em bang li ciwanên Sûriyeyê dikin ku xwedî li nasnameya xwe ya nîştimanî û serxwebûna biryara xwe derkevin, divê girîngiyê bidin diyaloga bi tevahî aliyan û kesayetên sûriyeyî re yên ku bi azadiyê, demokrasiyê û pirrengiyê bawer in. Bi şêwazekê ku asoyan ber bi çareseriya sûriyeyî-sûriyeyî, dûrî destwerdana derve vebibe. Xwedî li tevgera aştiyane ya çalak derkevin ji ber ku bingeha van xwepêşandanan, cewherî û rastteqîn in. Dem dema serhildanê û ravekirina daxwazên gel e. Divê binesazî û sazî werin parastina ji ber ku ya gel in.

Em piştgiriya vîna ciwanên zana û serhildêr ên Sûriyeyê dikin ku bi armanca avakirina Sûriyeya nû û pêkanîna demokrasiyê li Sûriyê serî hildane. Em amade ne li gorî derfet û tecrubeya xwe ya şoreşgerane ya birêxistinî, siyasî û ragihandinê, destekê bidin hewldanên yekkirina tevgera aştiyane li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê. Em armanc dikin Sûriyeyeke bê zordest û pêşerojeke azad û bi rûmet dûrî tevahî şêwayên cudabûnê, tundrawiyê û girêdanê, ava bikin.”

(şx)