Bi sînevizyonekê bal kişandin ser sûcên li Efrînê

Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di roja çaremîn de, sînefizyonek têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêşan da.

Bi sînevizyonekê bal kişandin ser sûcên li Efrînê
26 tebax, 2023   19:32
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê de ji bo aşkerakirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, hatine orgenîzekirinê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, li qada Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê sînevizyonek pêşan da.

Bi dehan ciwan û xelkê her du taxan tev li çalakiyê bûn.

Beriya vê bi 3 rojan, tevgerê li parka El Istîqame ya Eşrefiye û deverên din ên taxa Şêxmeqsûd pêşanda bû. Çaverê ye ku heman çalakî di rojên bê de werin lidarxistin.

(şx)

ANHA