Di xwepêşandanên li Siwêdayê de diruşma 'Berxwedan jiyan e'

Xwepêşandêran li Siweydayê, dagirekriya Tirk a li ser Efrînê red kir û slogana “Berxwedan jiyan e” berz kirin.

Di xwepêşandanên li Siwêdayê de diruşma 'Berxwedan jiyan e'
26 tebax, 2023   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Siweydayê ev 7 roj in berdewam in. Xwepêşandêr banga başkirina şert û mercên jiyanî, hilweşandina rejîmê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî dikin.

Her wiha pankartên “Berxwedan jiyan e” bi zimanên erebî û kurdî hildan û dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê red kir.

Slogana “Berxwedan jiyan e” destpêka salên 80`î de dema endamên Tevgera Rizgariya Kurdistanê di girtîgehên Tirkiyeyê de li dijî siyasetên çewisandin û îşkenceyê berz kirin. Heta niha gelê Kurd di çalakiyên xwe yên ji bo azadiya xwe de, vê sloganê berz dike.

(şx)