`Divê kujerên jinan di dadgehên gel de werin darizandin`

Kongra Star têkildarî sûcên kuştina jinan û tundiya li ser tê kirin, panelek li dar xist û di wê panelê de bang kir ku ji bo rêgirtina li pêşiya vê tundiyê, dewreyên perwerdeyê zêde li dar kevin.

`Divê kujerên jinan di dadgehên gel de werin darizandin`
`Divê kujerên jinan di dadgehên gel de werin darizandin`
`Divê kujerên jinan di dadgehên gel de werin darizandin`
`Divê kujerên jinan di dadgehên gel de werin darizandin`
`Divê kujerên jinan di dadgehên gel de werin darizandin`
26 tebax, 2023   14:36
HESEKÊ

Kongra Star bi koordîneya Komîteya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk û Nivîsgeha Edaleta Civakî ya Jinan panelek li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Hesekê l idar xist. Mijara panelê sûcên li dijî jinan û tundiya lê tê kirin bû.

Panel bi dirûşma “Tê bikoşe, rizgar bibe nebe qurban” bi beşdariya 40 jinan, endamên partiyan û saziyên civakî dest pê kir.

Endama Meclisa Jina a Kongra Îslama Demokratîk Emîne Şêxo panel birêve bir û behsa rewşa jinan beriya ola îslam û dû wê kir. Her wiha îşaret bi sûcên ku li dijî jinan bi hicetên cuda tên kirin, kir.

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Mehmûd axivî û balkişand ser gavên ku jinan di şoreşa 19`ê Tîrmehê de avêtine, destkeftiyên ku li gor fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî azadiya jinan, bi dest xistine.

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Edaleta Civakî ya Jinan Alaa Îbrahîm jî hişyarî da, heke jin li hember sûcên li dijî wan tên kirin, bêdengî bin, dê ev sûc di civakê de zêde bibin.

Beşdarên panelê dawiyê li ser hin pêşniyaran li hev kirin ku divê kujerên jinan di dadgehên gel de werin darizandin, ji bo mêran divê dewreyên perwerdeyê bi rêya komînan zêde li dar kevin.

Li gor orgenîzerên panelê, çaverê ye ku ev pêşniyar ragihînin Meclisa Kongra Star ji bo ku werin nirxandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4mDIjD6dqBk?si=uY9TD84JAROZMygc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>