Li başûrê Idlibê 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di êrişa çeteyên Ensar El Tewhîd a Cîhadî de li eniya başûrê Idlibê, 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û zêdetirî 20 leşkerên din birîndar bûn.

Li başûrê Idlibê 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
26 tebax, 2023   13:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çeteyên Ensar El Tewhîd a Cîhadî, êriş navendên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê yên li eniya Melace ya başûr Idlibê kirin.

Navendê destnîşan kir ku çeteyan toneleke hêzên hikumeta Şamê teqand, pê re êriş kir. Di encamê de şerên dijwar çêbûn. Ji ber wê wek encamên pêşîn, 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û zêdetirî 20 leşkerên din birîndar bûn.

Navendê destnîşan kir ku li gel rewşa xetere ya birîndaran, dê hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

SOHR`ê hejmara kuştiyên leşker û sivîl li herêmên bêçek ji destpêka 2023`yan ve eşkere kir ku hejmara kuştiyan derketiya 317`an ku di 224 êriş, şer, suîqest û hedefgirtinan de hatine kuştin.

(şx)