Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê gelek dever bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Salîlawe, Kanî Mîran a Komarî, Binawyan û Zengîder ên li sînorê Pênciwên ên Başûrê Kurdistanê bibombebaran kirin. Hate ragihandin ku di encamê de 500 donim daristan şewitîn.

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê gelek dever bombebaran kirin
26 tebax, 2023   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews, di 24’ê Tebaxê saet 15:30’an de balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker, gundên Salîyawe yê ser bajarokê Pênciwên ê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir. Di encamê de agir bi daristanên gundê Kanî Mîran a Komarî û Binawyan ket.

Di derbarê vê yekê de jîngehparêz û endamê Rêxistina Mala ji bo Parastina Jîngehê Bextiyar Elî ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Piştî derketina agir em lez û bez çûn vemirandinê. Başe bi hevkariya hinek gundiyên herêmê heta saet 17:00’an agir hate kontrolkirin û vemirandin. Lê mixabin ji ber darên şewitîn, di sibeha 25’ê Tebaxê de carek din agir serîhilda. Heta agir gihişte gundên Zengîder û zeviyên mayinkirî ji kontrolê derket. Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker, daristanên gundên Salîlawe, Kanî Mîran a Komarî, Binawyan û Zengîder bi temamî şewitîn.”

Bextiyar Elî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ev bombebaran zerer û ziyanek mezin daye jîngeh û xwezaya herêmê û wiha got: “Tê texmînkirin ku 500 donim daristan şewitiye ku darên tê de temenê wan 100 salan zêdetir bûn, lê bûn xwelî. Mixabin tevî ku me di derbarê metirsiya zerer û ziyanên agir de agahdar kirin jî, lê tu aliyên peywendîdar ji bo vemirandina agir nehatin, ne polîsên daristanê, ne parastvanên şaristaniyê û ne jî qeymeqam. Agir heta vê danê sibehê jî berdewam bû, lê tiştek din ku bişewitîne nemabû lewma vemirî.''

Bextiyar Elî herî dawî diyar kir ku metirsiya agir hîna berdewame û wiha axivî: “Em wek çalakvan û jîngehparêzan, bombebaranên dewleta Tirk şermezar dikin. Îsal ev cara sêyeme ku di encama bombebarana dewleta Tirk de agir bi daristanan dikeve û jîngeha herêma me dişewite. Em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin.”