Komîteya Parastina Rojnamevanan: Divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn

Komîteya Parastina Rojnamevanan, eşkere kir ku wê têkildarî hedefgirtina balafireke bêmirov kedkarên Jin TV, emailek şandiye nivîsgeha serokkomarê Tirkiyeyê. Lê heta niha bersiv tune ye. Komîteyê banga hesbpirsên kir.

Komîteya Parastina Rojnamevanan: Divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn
26 tebax, 2023   13:44
Navenda nûçeyan

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, 23`yê Tebaxê erebeyeke kedkarên Jin TV li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûde kir hedef. Di encamê de karmendê kanalê Necmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bû û nûçegihana kanalê Delîla Egîd birîndar bû.

Der barê mijarê de endama Meclisa Rêveberiya Jin TV Dicle Êto ji Komîteya Parastina Rojnamevanan re axivî û got: “Delîla Egîd di nîştergeriyekê re derbas bû, niha bi beşa çavdêriyê de ye. “

Koordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Komîteya Parastina Rojanemavanan Şerîf Mesûr got: “Em li hember vê êrişa trajedî xemgîn in ku di encamê de karmendê kanalê Necmedîn Feysel şehîd bû û rojnamevan Delîla Egîd birîndar bû.”

Mensûr wiha domand: “Divê desthilata Tirk bilez têkildarî vê êrişê, lêpirsînekê çêke. Berpirsên wê eşkere bike û hesab ji sûcdaran bipirse.”

Komîteyê, emailek şandibû nivîsgeha serokkomarê Tirkiyeyê lê heta niha bersiv tune ye. Her wiha xwest xwe bigihîne Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, lê navnîşanên wezaretê li cem wê nîn in.

Komîteya Parastina Rojnamevanan înê wiha axivîbû: “Divê desthilata Tirk, têkildarî êrişê, yekser lêpirsîneke giştî çêke. Diyar bike ku ev kes ji ber karê xwe hatine hedefgirtin yan na û hesabê ji sûcdaran bipirse.”

(şx)