Li herêmên dagirkirî rewşa debar krêt e û ewlehî tune ye

Li herêmên dagirkirî rewşa debarê pir zehmet e, ewlehî tune ye, jin ji tirsan re ji malên xwe dernakevin.

Li herêmên dagirkirî rewşa debar krêt e û ewlehî tune ye
26 tebax, 2023   12:44
HESEKÊ

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, bihaya kelûpelan her tim bilind dibin û barê welatiyan girantir dibe.

Çavkaniyên taybet ji hundirê Serêkaniyê ya dagirkirî da zanîn ku li bajar hejmara malbatên çeteyan ji hejmara niştecihên resen zêdetir dibe.  Her wiha diyar kir ku malbatên çeteyan li taxên nêzî sûka bajêr belav dibin.

HER BERMÎLEKE MAZOT BI 75 DOLARAN E

Li ser rewşa debarê ya li Serêkaniyê, çavkanî diyar kir ku welatî zehmetiyên peydakirina mazotê dikişînin û eger hate peydakirin jî pir buha ye. Çavkanî dane azanîn ku welatî neçar dibin ku mazotê biha ji bazirganan bikirin ku her bermîleke mazot bi 75 dolaran e.

MADEYÊN XURDEMENÎ Û XIZMETGUZARÎ PIR BIHA NE

Li gorî çavkaniyan buhayê kîloyeke şekir nêzî 22 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û li hin taxan peyda nabe. Her wiha bihayê topeke gazê nêzî 220 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk buhayê kehrebê jî bilind kir û welatî bi lîreya tirkî didin.

EWLEHÎ TUNE YE

Çavkaniyan diyar kir ku li bajêr ewlehî tune ye û jin ji tirsa ji çeteyan û destdirêjiyê nikarin ji mal derkevin.

 (fr)

ANHA