Xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 7'an de dewam dikin

Şêniyên parêzgeha Siwêdayê ku 7 roj in li qadan in, banga başkirina rewşa debarê, hilweşandina hikumeta Şamê û avakirina Sûriyeyeke nenavnedî dikin.

Xwepêşandanên li Siwêdayê di roja 7'an de dewam dikin
26 tebax, 2023   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Siwêdayê di roja xwe ya 7'an de dewam dikin.

Li gorî nûçeya SOHR,  bi sedan şêniyên bajarê Siwêdayê, gund û bajarokên derdorê di roja 7'an de li qada Seyr a naverasta bajar xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêran banga hilweşana rejîma Şamê, çûyîna(îstîfakirin) Beşar Esed û başkirina rewşa debarê kirin.

SOHR ragihand ku xwepêşandêran wêneyê Beşar Esed ê li ser avahiya meclisa bajarê Siwêdayê bi rengê sor boyax kir.

Li devera Selxed a gundewarê Siwêdayê jî çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de banga hilweşandina rejîma Şamê û bersivdayîna daxwazên rewa yên welatiyan hatin kirin.

SOHR′ê da zanîn ku ji şêniyên bajar û gundên Qerya, Şehba, Itêl, Silîm, Erman, Bidûr, Mezra, Merdex, Qenewat, Riha, Meqren û gundên din zêdetirî 4 hezar beşdarî xwepêşandana duh a li Siwêdayê bûn.

(bb)