Sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re hat xwestin

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan Meter Hisên re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ednan Hisên re hat xwestin
26 tebax, 2023   10:33
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê herikîn bin konê sersaxiyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan Meter Hisên (Lorens Hesekê) ku 23'yê Tebaxê dema erka xwe bi cih dianî li bajarê Hesekê şehîd bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Necah Hewas axivî û di kesayeta şehîd Ednan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Necah  anî ziman ku şehîd Ednan bê terdudu berdêlên giran da û bi vîn û israreke xurt li hember dijminan sekinî heta gihaşt asta şehadetê.

Necah Hewas diyar kir ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin û destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê jî, endamê meclisê Hemîd Hesen got: "Em bejna xwe li hemberî lehengiya şehîdan ditewînin û sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Berdêlê her tiştî heye  û qelenê azadiyê jî şehadet e. Em bi şehadetê serbilind in û em ê berdêlan bidin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dilopa dawîn a xwînê li ber xwe bidin."

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Ednan Meter Hisên hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA