Êlên Ereban piştgiriya êla El Cibûr kir

Şandeyek ji êla Begara û nûnerên êla El Cibûr li Reqa û Minbicê gihaştin konê çalakiyê ya êla El Cibûr a li taxa Til Hecer a Hesekê û piştgiriya xwe bi êlê re nîşan da.

Êlên Ereban piştgiriya êla El Cibûr kir
Êlên Ereban piştgiriya êla El Cibûr kir
Êlên Ereban piştgiriya êla El Cibûr kir
Êlên Ereban piştgiriya êla El Cibûr kir
16 tebax, 2023   12:14
HESEKÊ

Di 13′ê Tebaxê de di encamê êrişa berpirsê milîsên Dîfa El Wetenî û komek ji milîsan li dijî yek ji rûspiyên êla El Cibûr de di navbera êla El Cibûr û milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê de li derdora çargoşeya ewlehiyê ya li Hesekê nakokî û pevçûnek çêbû. Ji ber wê îro şandeyek ji êla Begara û nûnerên ji êla El Cibûr ên li Reqa û Minbicê berê xwe da Hesekê û piştgiriya xwe bi êla El Cibûr re nîşan da.

Şande ji Ehmed Hemûd El Seîd ê ji eşîra El Hemdon El Keze ya girêdayî êla El Cibûr li Reqayê û şêx Kamil El Muxtar nûnerê êla El Cibûr li Minbicê û şêx Mihemed El Hemîd û El Beşîr li ser navê êla Begara pêk hat.

Piştî pêşwazîkirinê, şêx Kamil El Muxtar ê ji eşîra El Hemdon El Keze ya girêdayî êla El Cibûr û nûnerê êla El Cibûr li Minbicê axivî û piştgiriya xwe nîşan da û wiha got: “Em hatin ku piştgiriya xwe bi pere, rih nîşan bidin û bibêjin em li kêleka apên xwe yên êla El Cibûr in û bi helwesta sembokên êla El Cibûr Al El Milhim û şêx Ebdulezîz El Muselet re ne. Ji ber rûmeta Ebdulezîz El Muselet rûmeta her Cibûrekî ye."

Şêx Mihemed El Hemîd El Beşîr jî li ser navê êla Begara piştgiriya xwe ji êla El Cibûr re anî ziman û wiha got: “Em hatin ku peyamekê bidin ku em hemû welatiyên êl û eşîran in, ji Dera heta bi Dêrazorê çarenûsa û rûmeta me yek e.”

El Beşîr wiha domand: “Êrişa li dijî kesekî ji êlê yan jî sembolek wê êrişa li dijî tevahî êlên Sûriyeyê ye. Em vê nameyê ji bo hemû êlan didin ku bi rola xwe ya fermandarî û pêşeng rabin û êlên heyî li ser hemû aliyan xwedî biryar in. Em ji vê helwestê û vî cihî bi hêvî ne ku ev bangeke erênî be û bikevin xizmetî êl û eşîran. Em hemû yek mozaîk in û hev du temam dikin.”

Hîna heta vê kêliyê nakokiya di navbera her du aliyan de dewam dike.

(fr)

ANHA